Şevîn Alaca: Em ê Qersê bi gel re bi rê ve bibin

  • 09:08 10 Nîsan 2019
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
QERS - Ji hevşaredarên Qersê ya HDP’ê Şevîn Alaca ya ji sedî 29,58 deng girt û piştî mazbata qezenc kir dest bi peywirê kir wiha got: “Hêviya gelê Qersê HDP ye. Me hilbijartin bi gel re bi rê ve bir, me bi hev re qezenc kir, em ê bi hev re bi rê ve bibin.”
 
Yek ji bajarên ku di hilbijartinan de herî zêde hat axaftin Qers bû. HDP’ê li Qersê ji sedî 29,58 deng girt.
 
Hevşaredarên HDP’ê yên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen mazbatayên xwe girtin û dest bi peywirê kirin. Şevîn Alaca atmosfer û encamên hilbijartinê nirxandin.
 
‘Hêviya gelê Qersê HDP ye’
 
Şevînê da zanîn ku li Qersê kampanyayek hilbijartinê ya xurt meşandine û di encama vê de Qers bi dest xistine û got: “Dema kampanya hat destpêkirin hêviya me zêde tûne bû. Li Qersê xizmetên divê bihatan kirin jî nehatibûn kirin û ji ber vê jî bendewariya li hember şaredartiyê tune bûbû. Em di pêvajoya hilbijartinê de çûn cem gelê xwe û me projeyên xwe vegot. Me ji nû ve stratejiyên rêveberiya xwe vegot. Hêvî ji nû ve şîn bû. Ev hêvî li Qersê belav bû.”
 
‘Ji bo pêşî lê bigirin her tişt kirin’
 
Şevînê bi lêv kir ku heta niha tu pirsgirêka Qersê nehatiye çareserkirin û li Qersê pirsgirêkên diyarkirî hene, vê jî bendewariyên gel zêde kirine. Şevînê destnîşan kir ku ew di seranserê hilbijartinan de rastî astengiyan hatine û rêveberiyên HDP’a Qersê û niha girtîne, parvekirinên çapemeniya civakî hincet hatine nîşandan û gelek kes hatine binçavkirin.
 
Şevînê di dawiyê de wiha got: “Ji bo dengên me bixînin her tişt kirin. MHP’ê her carê îtîraz kir. Digotin bila deng ji nû ve bên hilbijartin. Di sindoqan de jimartin hat kirin lê dengên me zêde derketin. Îtiraza duyem jî ji bo betalkirina hilbijartinan bû. Lê lijneya giştî red kir. Em ji gelê xwe re spas dikin. Em ê Qersê bi gelê xwe re bi rê ve bibin.”