‘Serkeftina 31’ê Adarê jinan diyarî me kir’

  • 09:03 9 Nîsan 2019
  • Ramyarî
AGIRÎ - Hevşaredarên Panos, Diyadîn û Bazidê, diyar kirin ku bi ked û têkoşîna jinê hilbijartin qezenc kirine û got ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan hedef dikin ku projeyên xwe bikin meriyetê.
 
Hevşaredara Panosê Muşerref Geçer, Hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar û Hevşaredara Bazidê Yildiz Acar encamên hilbijartinê nirxandin.
Muşeref Geçer got 5 sal e şaredariya AKP’ê Panos bi rê ve dibir û wiha got: “Navçe veguherî kavilê. Tu xebat nehat meşandin. Li ser malbatên xwe rant dane qezenckirin. Bi daxwazên gel xebatek nehatiye meşandin. Pirsgirêkên navçeyê nehatine çareserkirin.”
 
‘5 partî bû partiya tabelayê’
 
Muşerrefê destnîşan kir ku hilbijartin bi taybet bi piştgiriya jin û gel qezenc kirine û got Panos êdî şaredariya HDP’ê ye, li wir 5 partî bûne partiya tabelayê.
 
‘Gel bersiv da qeyûm’
 
Hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar jî ev tişt vegot: “Me xebatên hilbijartinê bi civînên malan û serdanên esnafan derbas kir. Me li deriyê hemû gel xist. Me ji sedî 56 dengê hilbijartinê qezenc kir. Ev rêjeya dengan kêm bû ji ber welatiyên ku dengê xwe bi kar neanîn hebûn. Ji ber vê tevlîbûn jî kêm bû. Îradeya gel hat xespkirin lê gel bersivek mezin da AKP’ê. Li navçeyê ji bo zarokan qada şîn tune ye. Qadên civakî yên gel kêm bûn. Gel pirsgirêka avê dijiya. Av du rojan carê dihatin birîn. Hedefa me ev e ku em pirsgirêkan çareser bikin.”
 
‘Jinan got ‘Bazid ya me ye’
 
Hevşaredara Bazidê Yildiz Acar jî destnîşan kir ku wek her qadê di xebatên hilbijartinê de jî dîsa herî zêde jinan cih girtiye û daxuyakirin ku hilbijartin bi keda jinan hatiye qezenckirin û wiha got: “Bi zêdebûneke ji sedî 9 jinan got ‘Bazid ya me ye’. Bazid diyarî xwe û me kirin. Wek her derê li Bazidê jî qadên îstîhdama jinê tune ye. Em ê qadê îstîhdamê ji jinan re vebikin. Hejmara jinên esnaf kêm in. Xebatkarên jin kêm in. Di vî alî de em ê koperatîfên jinan ji nû ve ava bikin. Beriya qeyûman gelek xebat hebûn. Lê hatin girtin. Em ê jiyanê ji nû de biafirînin.”