Ji bo şaredariya HDP'ê ji wezaretê Mudur hat tayînkirin

  • 11:30 7 Nîsan 2019
  • Ramyarî
MÊRDÎN - Ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku ji aliyê HDP'ê ve ji qeyûm hat girtin ji aliyê Wezareta Hawîrdor û Bjarvaniyê ve Sekrterê Giştî û ji bo MARSU  ku girêdayî şaredariyê ye jî Mudurê Giştî hat tayînkirin. 
 
Namzedên hevşaredariyê yên (HDP) ên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di hilbijartinan xwecihî yên 31'ê Adarê de bi ser ketin û li gorî encamên ne fermî bi dengê ji sedî 56.24 ku standin şaredarî ji qeyûman girtin. 
 
Lê li gel ku DHP bi ser ket jî ji bo du paldankên girîng ên şaredariyê, ji aliyê Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê ve du kes hatin tayînkirin. 
 
Ahmet Turk ê ku hevşaredar hat hilbijartin, kesên ku hatin tayînkirin li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kirin. 
 
Li gorî vê, Abdullah Yenîgun ê ku wekî alîkarê Sekreterê Giştî bû wekî Sekreterê Giştî hat tayînkirin û ji bo Îdareya Av û Serebê ya Mêrdînê (MARSU) ku girêdayî şaredariyê ye jî Eşref Dagdelen ê ku alîkarê Mudurê Giştî bû ji bo saziyê wekî Mudurê Giştî hat tayînkirin.