‘Muxalefetê di alî aborî de baskê AKP’ê şikand’

  • 09:04 7 Nîsan 2019
  • Ramyarî
Safiye Alagaş
 
STENBOL- Hevseroka HDP’a Stenbolê Esengul Demîr diyar kir ku piştî AKP’ê şaredariyên Enqere û Stenbolê winda kirine têk çûye û got: “Ji ber vê pêvajoyê evqas dirêj dikin. Encamên hilbijartinê di alî aborî de baskê AKP’ê şikand. Girtina Stenbolê bû bersiva Agirî Şirnexê.
 
HDP di hilbijaratinên herêmî de 61 şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin girt û li bajarên Tirkiyeyê yên Antalya, Mersîn, Edene, Enqere, Stenbol, Îzmîr û Aydinê jî CHP’ bi ser ket. Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr, encamên hilbijartinê yên 31’ê Adarê nrixandin.
 
Esengulê daxuyakirin ku stratejiyek wan a xespkirina deshilatdariyê hebûye û got: “Me xwest em desthilatdariyê qels bikin, ji hêzê  bixînin. Siyaseta AKP’ê ya 17 sale li Tirkiyeyê dimeşîne xitimi ye. AKP tevî ku bi tena serê xwe desthilatdar e, li welat dînamîkek muxalîf a cidî heye. AKP’ê împaratoriya tirsê ava kir û hewl da desthilatdar bimîne û dîktatoriya xwe saxlem bike. Lê di hilbijartinên 31’ê adarê de gel hegemongya tirsê şikand.”
 
‘Hevkariyek AKP-MHP’ê ya encaman qebûl nake heye’
 
Esengulê bi berdewamiyê de ev tişt got: “AKP’ê ji ber vê îtîrazê encamên hilbijartinê kir. Bi taybet digotin wê encaa krîza aborî di sindoqan de derkeve, lê evqas giran nedipan. Nedifikirin ku van bajarên mezin winda bikin. Ji ber vê jî ev hefteke pêvajoyê dirêj dikin. îtîraz dikin. Dibin sedema ji nûve hilbijartina dengan. Hevkariyek AKP-MHP’ê ya encaman qebûl nake heye. AKP ji bo dest ji kursiyan bernedin pêngavên taktîkî dimeşîn.”
 
‘Girtina Stenbolê bû bersiva Agirî û Şirnexê’
 
Esengulê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser pêngava taktîkî ya HDP dişopîne û got: “ HDP’ê li bajarên rojava piştgirî da muxalefetê. Piştî hilbijartinên taktîka HDP’ê hat fêmkirin. HDP’ê nîşan da ku ev taktîk gelek girînge. Ji ber vê em jî ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê çûn vê biryarê. Girtina Stenbolê bû bersiva Agirî û Şirnexê.”