Di keyatiyê de dema jinan

  • 09:12 6 Nîsan 2019
  • Ramyarî
AGIRÎ - Li Bazid a Agiriyê li taxa Hasankeyfê jina bi navê Mesmegul Ozdemîr a li dijî 12 namzetên mêr têkoşîn da bi 379 dengî bû keya. 
 
Mesmegul Ozdemîr a 40 salî mazbataya xwe girt û li hemberî 12 namzetên mêr hilbijartin qezenç kir, 379 deng girt.
 
‘Zarokatiya min li gund derbas bû’
 
Mesmegulê diyar kir ku berê li gund jiyaye, şivantî kiriye û got: “Zarokatiya min li gund derbas bû. Ez ji Lîseya Pîşeyî ya Keçan mezûn bûm. Min 3 salan mamostetiya nexş û dirûnê kir. Ez zewicandî û dayika du zaroka me. Hevjînê min bi salane di girtîgha Tîpa L ya Panosê de ye. Min heta niha ne zarokên xwe ne jî hevjînê xwe mexdûr nekir.”
 
Mesmegulê daxuyakirin ku wê li dijî 12 namzetên mêr têkoşîn daye û got wê bertekên erênî dîtiye û wiha pê de çû: “Jin her tim li plana dawî tê dîtin. Nikarin derkevin cihekî. Di pêvajoya hilbijartinê de jinan herî zêde pirsa ‘tu çawa ket vê rê, malbata te çawa hişt’ pirsî. Min bi sekna xwe cesaret da jinan. Yekane namzeta jin ez bûm. Min 3 mehan xebat meşand. Li Bazidê yekem namzeta jin ez bûm. Taxa min qerebalix bû. Min 379 deng girt. Ez berdevka taxa xwe me. Welatiyên taxê piştgiriyek mezin dan min. Ez ê derdê şêniyên taxê çareser bikim.”