Keyayên jin ketin nav tevgerê: Me bi hev re qezenc kir

  • 09:03 6 Nîsan 2019
  • Ramyarî
Melîke Aydin
 
MANÎSA - Zuhal Guneş ya wek namzeta Meclîsa Jinan a Manîsayê keyatî qezenc kir, ji bo taxa Hafza Sultan ket nav tevgerê. Zuhal xwe amade dike ku bi jinan re taxeke ku dikarin lê bijîn, navendên jinan heta koperatîfan gelek projeyan wê bikin jiyanê û her wiha da zanîn ku hedefek wan ya din jî ‘însiyatîfa keyayane’.
 
Meclîsa Jinan a Manîsayê 10 namzetên jin yên keyatiyê nîşandan û ji 10 jinan namzetên taxa Lalelî û Hafza Sultan hatin hilbijartin. Zuhal Guneş jî ku keyaya nû ya taxa Hafza Sultan e, ji bo taxeke bibe mînak û jin û azak lê azad bijîn, ket nav tevgerê.
 
‘Lêçûna hilbijartinê ji fona hevpar hat girtin’
 
Zuhalê da zanîn ku salek berê dest bi xebatên hilbijartinan kirine û wiha got: “Em di encama têkoşîneke rêxistinkirî biser ketin. Armanca me ev e ku em zêdetir jin û zarokî bikin xwedî hişmendî. Me keyatî bi şêniyên taxê re qezen kir. Me lêçûnên hilbijartinê ji fona ku ji kermes û konseran hat komkirin pêk anî.
 
Zuhalê destnîşan kir ku wê ew wek jin wê ji keyayên mêr re bibin mînak û got wê keyayên jin zimanê civakê civakê biguherin, wê jinên taxê bi rehetî serî li me bidin. Zuhalê di berdewamiyê de bi lêv kir ku keyatî qadeke ku dest didin mirovane ye û got wê bi koperatîfan, bi projeyên wekê avakirina meclîsên taxê re, pêngavek girîng bê avêtin.
 
Zuhalê ev tişt anî ziman: “Ji bo bazara taxê ya Taxa Hafza Sultan em ê bi şaredariyê re bikevin têkiliyê. Ji bo xaniyên ketine çarçoveya veguhestina bajarvanî, em ê şêniyên taxê bikin xwedî agahî.Bi jinên din yên hatine hilbijartin re em dixwazin însiyatîfa keyayan ava bikin.”