'Avahiya şaredariya me tune ye lê mala gelê me heye'

  • 09:09 5 Nîsan 2019
  • Ramyarî
ŞIRNEX - Hevşaredara Hezexê Songul Erdem da zanîn ku wê dawî li talana qeyûm ya li navçeyê bînin û wiha got: “Avahiya şaredariyê tune lê partiya me û malên gelê me hene. Em ê her cureyê xebatên xwe bimeşînin.”
 
Piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê şûnde li navçeya Hezex a Şirnexê ku qeyûm lê bû, HDP’ê ji sedî 73,84 deng girt û şaredarî ji qeyûman girt. Derket holê ku avahiya şaredariya Hezexê ji aliyê qeyûm ve hatiye hilweşandin û hîbeyê Midûriyeta Perwerdê ya Navçeyê hatiye kirin. Hevşaredarên Hezexê di rojên pêş de wê mazbatayên xwe bigirin û dest bi peywirê bikin. Hevşaredar Songul Erdem texrîbata ku qeyûman afirandiye û pisgirêkên bi vê re hatine jiyîn nirxand.
 
‘Şaredarî veguhertin qerekolan’
 
Songulê ewil texrîbata li navçeyê hatiye jiyîn nirxand û wiha got: “Avahiya şaredariya me ji aliyê qeyûman ve hat hilweşandin. Xîbeyê Midûriyeta Perwerdê hat kirin. Niha xebatên şaredariyê li Navenda Çandê tên meşandin. Dema qeyûm tayîn bû gelek alav desteser kir. Mînak gelê me nikaribû bi rehetî têkevin şaredariyê. Şaredarî veguhertin qerekolê. Gelê me dema tankerek av dixwest pere ji wan dihat xwestin.”
 
‘Xwestin alavên şaredariyê bifroşin’
 
Songulê bi lêv kir ku wesayîtên aydê şaredariyê xîbeyê polîsan hatiye kirin û alavên wê jî ji bo firotinê birine xurdevanan. Songulê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ev agahî hat me xwest em mudaxale bikin. nefirotin lê dibe her tişt bibe. Şaredarî niha 120 trîlyon deynê wê heye. Em ê li dijî vê derkevin. Em ê destur nedin vana. Dema em dest bi peywirê bikin em ê li gorî daxwazên gel tevbigerin. Em ê şaredariyê bi gel re bi rêve bibin. Em ê xwedî li şaredariyê derkevin. Em ê bi gelê Hezexê re dawî li zext û talanê bînin. Em ê bi gelê xwe re navçeya xwe ji nûve qezenc bikin.”