Dîlan Dîrayet: Divê kes bêdeng nemîne

  • 09:06 5 Nîsan 2019
  • Ramyarî
AGIRÎ - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr balkişand ser girtiyên li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîne û wiha got: “Ji vê nokteyê şûnde divê kes bêdeng nemîne. Ji bo zêdetir cenaze ji girtîgehan dernekevin divê her kes xwedî li van daxwazan derkevin û bibin xwedî helwesteke ku bi desthilatdariyê şûnde gavê didin avêtin.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka Kongreya Civaka Demorkratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, pêl bi pêl belav dibe. Herî dawî di meha Adarê de bi hezaran girtî ketin grevê û ji ber der barê rakirina tecrîdê de tu pêngav nehatin avêtin, girtiyên bi navê Zulkuf Gezen, Ayten Beçet,Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akici û Sîraç Yuksek li girtîgehên diman dawî li jiyana xwe anîn. Cenazeyên girtiyan jî hatin revandin û di bin dorpêçê de hatin definkirin.
 
Girtiya bi navê Yonca Akici ya li dijî tecrîdê li girtîgeha Jinan a Tîpa T ya Sakran a Alîaga ya Îzmîrê di 1’ê Adarê de dest bi grevê kiribû di 29’ê Adarê de hewl da dawî li jiyana xwe bîne û piştî rakirin nexweşxanê li Nexweşxana Dewletê ya Çîglî jiyana xwe ji dest da. Li Saziya Tipa Edlî piştî otopsiyê cenaze ji malbatê hat revandin û birin Balafirgeha Adnan Menderes. Beyî agahî bidin malbatê cenaze birin Enqereyê.Piştre birin Erziromê. Cenaze ji aliyê apê wê Selhattîn Akici ve hat girtin û li gundê Burnulak a Tutak a Agiriyê hat definkirin.
 
‘Em nikarin agahiyên baş bigirin’
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê û parlamentera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr da zanîn ku grev hatine astek krîtîk û her wiha der barê girtiyên dawî li jiyana xwe anîne de axivî. Dîlanê wiha got: “Girtîgeh veguherîna kampên berhevkirinê. Em nikarin agahiyên baş ji wan bigirin, em di mijara danîna têkiliyê de pisgirêkan dijîn. Dîsa li girtîgehan girtiyên li dijî tecrîdê çalakiyan pêk tînin hene. di 20 rojên daweî de li dijî tecrîd û bêdengiya li hember grevan çalakî pêk hatin.”
 
‘Agahî nadin malbat û parêzeran’
 
Dîlanê daxuyakirin ku Yonca 3 rojan li nexweşxanê maye û wiha pê de çû: “Yonca 3 rojan li nexweşxanê ma. Tevî hemû hewldanên malbat, parêzer û me agahî nedan me. Helwesta manîpulasyonek cidî hat nîşandan. Cenaza Yoncayê jî wek girtiyên din di saetên şevê de hat definkirin. Cenaze ji Îzmîrê birin, bi şev hat definkirin.”
 
‘Em bi desthilatdariyek faşîst re hatin rû hev’
 
Dîlanê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku divê hiqûmet demildest pêngavê bavêje û wiha got: “Divê êdî ev deng bê bihistin. Divê em wek civak li dijî vê neheqiyê dengê xwe bilind bikin. Ev berpirsyariya me hemûyane. Divê em bê bertek nemînin. Ji bo zêdetir cenaze ji girtîgehan dernekevin divê her kes xwedî li van daxwazan derkevin û bibin xwedî helwesteke ku bi desthilatdariyê şûnde gavê didin avêtin.”