Candan Yuceer a CHP’î: Gel hişyariyek giran da bloka desthilatdariyê

  • 09:09 3 Nîsan 2019
  • Ramyarî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Parlamentera CHP’ê ya Tekîrdagê Candan Yuceer, da zanîn ku gel hişyariyek giran da bloka desthilatdariyê û wiha got: “Em her tim dibêjin, heta parastina aştiya civakî pêk neyê îdarekirina welat ne pêkan e. Ev welat ne tenê ya desthilatdariya AKP û MHP’ê ye, ya me hemûyan e.”
 
Li gorî daneyên ne fermî yên hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê CHP’ê şaredariyên bajarê Mezin ên destên AKP’ê de, Stenbol û Enqereyê girt û stratejiya ‘yekitiya hêzê’ ya li bajarên rojavayê Tirkiyeyê HDP’ê hedef kir, bloka AKP-MHP’ê şûnde xist.
 
Parlamentera CHP’ê ya Tekîrdagê Candan Yuceer encam nirxand û got di seranserê pêvajoya hilbijartinê de rastî gotinên nefret, tehdîd û derewên desthilatdariyê hatine û wiha pê de çû: “Yekane rastî gotina gel a di sindoqê de hatiye gotin. Gel hişyariyek giran da bloka desthilatdariyê. Gelek xwezayî ye ku aliyên windakirine û bi ser ketine hene. Destpêkê bêjim zimanê nefretê yê desthilatdariyê winda kiriye, gel qezenc kiriye, bihar hatiye gelek bajarên me. Demokrasiyê bidest xistiye. Lêgerîna edalet û azadiyê bidestxistiye.”
 
‘Bloka desthilatdariyê têk çûye’
 
Candanê bi lêv kir ku tevî ku bloka desthilatdariyê hemû derfetên dewletê bi kar aniye, tevî serdestiya çapemeniyê û gotinên bekayê winda kiriye û ev tişt anî ziman: “Di pêvajoya hilbijartinê de çapemeniya desthilatdariyê di dîroka çapemeniyê wek vesîka şermê cih girtiye. AKP’ê di serî de Stenbol, Enqere, Edene, Mersîn Antalya û her wiha bajarên weke Artvîn, Erdexan, Bîlecîk, Kirşehîr, Bolu winda kir.”
 
‘Ji bo aştiya civakî piştgirî hatiye dayîn’
 
Candanê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wan beşek mezin a bajarên mezin ên Tirkiyeyê girtine û îmze avêtine serkeftinek dîrokî û wiha pê de çû: “Hevkariya demokrasiyê ya hatiye avakirin, hem li Tekîrdagê hem li seranserê welatê me encamek girîng girtiye. Li dijî zimanê nefretê yê AKP’ê derketine û piştgiriyek mezin dane guhertin. Piştgirî dane aştiya civakî.”
 
‘Hat dîtin ku pirsgirêka bekayê tune ye’
 
Candanê balkişand ser gotina serokomar a ‘li başurê rojhilat pirsgirêka bekayê hebû’ û da zanîn ku bi encamên hilbijartinê re hatiye dîtin ku pirsgirêka Bekayê li Tirkiyeyê tune ye.