Fîlîz Kerestecîoglu: Gel bersivek girîng da

  • 17:44 1 Nîsan 2019
  • Ramyarî
ENQERE - Fîlîz Kerestecioglu diyar kir ku HDP'ê bi ser ket û wiha got: "Em bi serkeftinê hîn dibin û xwe li pêşdixin. Bi hînbûnê em bi ser dikevin." 
 
Namzeta Hevşaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çankayayê ya Enqerê  Fîlîz Kerestecioglu hilbijartinên herêmî nirxand û diyar kir ku bi hevkariyeke mezin bi ser ketin û wiha got: "Li cihên ku xweza hat tehrîpkirin AKP'ê li vir winda kir. Li Artvîn û Sînopê hilbijêr bersiv da AKP'ê. Her wiha serkeftina Hatîce Çevîka ku li Pirsûsê bû hevşaredar, ya ku di qetlîama Gara Enqerê de keça xwe winda kir girîng e."
 
'Bi serkeftinê em ê li pêş kevin' 
 
Fîlîz destnîşan kir ku li gel zext û zordariyê gel bersiveke girîng da û wiha axivî: "Stratejiya partiya me ji bo hemû gelên Tirkiyeyê bû hêviyeke mezin. Hevşaredarên jin ên partiya me serkeftineke e. Me li Enqerê xebateke girîng kir, ji bo min tecrûbeyek mezin bû. Em bi serkeftinê hîn dibin û xwe pêşdixin. Bi hînbûnê em bi ser dikevin. Em ê her tim bibin dengê gelê xwe. Em dildar û kedkarên xwe re spasiyên xwe dişînin."