Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê: Zilma qeyûm qediya

  • 09:02 1 Nîsan 2019
  • Ramyarî
AMED - Hevaşaredara Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik diyar kir ku bi hilbijartinên 31’ê Adarê re zilm û eziyetê 2 sal û nîve li gel tê kirin bi dawî bûye û got: “Gelê me peywir dan ber me. Karê me yê ewil em bi destkeftiyên xwe, xwe pêş bixînin. Xwegîhandina zêdetir jinî, tê wateya xwedî raye, gotin û biryarê.”
 
Di çarçoveya OHAL’ê de bi KHK’yên hatin derxistin di 1’ê Mijdara 2016’an de qeyûm tayînî şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû û bi hilbijartinên herêmî yên do hatin kirin re gel qeyûm bi dengên xwe şûnde şandin. Yek ji hevşaredarên bajarê mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik hilbijartin nirxand.
 
Hulyayê destnîşan kir ku kampanya hilbijartinê 2 mehan berdewam kiriye û got di tura yekem a kampanyayê de li 17 navçeyan venasandin, di tura duyem de hevdîtinên gel, serdanên gund û esnafan pêk anîne. Hulyayê destnîşan kir ku ji bo destê xwe bidin gel her tişt kirine û xebatên xwe wisa meşandine.
 
‘Armanc zêdekirina destkeftiyên gelê Kurd e’
 
Hulyayê daxuyakirin ku Amed bajarekî polîtîk e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîtîkaya HDP’ê ya ji bo cihên qeyûm lê ne bi dest bixe û li metropolên mezin tifaqa AKP-MHP’ê winda bike, ji aliyê gel ve hat bersivandin. Ligel vê grevên birçîbûnê yên didomin hene. Ji bo şikandina tecrîdê têkoşîna hatiye dayîn hat dîtin. Ligel vê di alî aborî de jin û ciwan pirsgirêkên cidî dijîn. Daxwazên herî zêde ji bo me hatin şandina qeyûman e û piştî şandinê jî şaredarî wê çawa bên bi rêvebirin hat nîqaşkirin. Piştî pêvajoya çareseriyê hat qedandin gel hat dorpêçkirin. Çapemenî û daraz bûn yek deng. Piştî 15’ê Tîrmehê di 20’ê Tîrmehê de OHAL hat îlankirin, bi hezaran kes betal man. Sazî hatin girtin. Komele û mirov hatin girtin. Hevşaredar, parlamenter, hevserokên me hatin girtin. Armanc qedandina destkeftiyên Kurdan bûn. Qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Meclîsên şaredariyê hatin feshkirin.”
 
‘Zilm û eziyeta ligel bi dawî bû’
 
Hulyayê bi lêv ku gel 2 sal û nîv e nikare bikeve agahiyên şaredariyê û got: “Qeyûman dema xwe tije kirin. Ev hilbijartin bûn wesîleya ku divê ev zilm û eziyet bi dawî bibin.”
 
‘Hedefa me ev e ku em xwe bigihînin jinan’ 
 
Hulyayê balkişand ser êrîşên li hemberî pergala hevserokatiyê û wiha berdewam kir: “Projeya me ya ku bi hilbijartinên 2014’an re me kir meriyetê bi  qeyûman nîvco ma. Ewil saziyên jinan piştre jî pergala hevserokatiyê hedef hat girtin. Bi hincetên vala hevşaredarên me yên jin bi 20-30 salî hatin darizandin. Hemû pergalên serdest ewil jin hedef girtin. Em hewl didin xwe bigihînin zêdetir jinî û wan bikin xwedî gotin xwedî îrade, raye û biryar.”
 
Hem krîza siyasî hem jî ya aborî
 
Hulyayê bi lêv kir ku pêvajoya hilbijartinan di zemînek demokratîk de nehatiye meşandin û got: “HDP ji aliyê çapemeniya netewî ve hedef hat nîşandan. AKP tenê kesên dengên xwe didin wan wek welatparêz dibîne. Me nedît ku şaredarên wan çi soz da gel. Tifaqa AKP-MHP’ê û wezîrê karê hundir axivî alozî derket. Di civakê de alozî û globalî hat avakirin. Gotin ‘Pirsgirêka Bekayê’ heye. Bi salane daxwaza gelê me ya wekhevî û aştiyê heye. Em ê daxwaza gelê xwe pêş bixînin. Em ji gelê xwe re spas dikin, silav û rêzdariyên xwe dişînin.”