Li Êlihê gel bi ser ket: Polîsan êrîşî gel kir

  • 00:47 1 Nîsan 2019
  • Ramyarî
ÊLIH - Li Êlihê piştî ku HDP di hilbiajartinên herêm yên îro hatin kirin de bi ser ket bi serfan welatî li ber avahiya partiyê kom bûn û bi dirûşmên ku berz kir pîrozbahî pêk anî. 
 
Li gorî encamên ne fermî ku hatin aşkerakirin şaredariya Êlihê bi dengên ji sedî 65.54 Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi ser ket û Songul Korkmaz û Mehmet demîr bûn hevşaredar.  Piştî ku şardarî ji aliyê HDP'ê ve hat standin welatiyên ku li ber avahiya HDP'ê ya Bajêr kom bûn dest bi pîrozbahiyê kirin. Li gel dorpêça polîsan gel qad terk nekir  û dirûşmên "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" dorpêça polîsan şermezar kir. Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr hatin avahiya HDP'ê û gel silav kirin. 
 
'Şardarî dîsa bû ya gel'
 
Piştî ku Songul Kormaz gel silav kir dirûşmên "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Songul anî ziman ku serketina HDP'ê ya gel e û wiha got: "Şaredarî dîsa bû ya gel û em ê jî ji bo gelê xwe bixebitin." Piştî Songul hevşaredar Mehmet Demîr axivî û ev tişt got: "Me soz da gelê xwe û em ê li Eêlihê rekorê bişkînin. Niha dem dema şikandina rekorê ya xebata ji bo gel e. Şaredarî ya gel e û em ê niha biçin şaredariya gel bistînin."
 
Piştî axaftinan gel ber bi avahiya şaredariyê ve meşiya, polîsan êrîş kir û gaza îsotê avêtin gel û bi guleyên plastîk êrîşî gel kir. Di gengêşiya ku derket de gelek kes birîndar bûn. Lê li gel êrîşa polîsan komek welatî ket avahiya şaredariyê. Kesên ku ketin avahiya ji ber gaza îsotê demên dijwar jiyan. 
 
Dorpêça polîsan a ber avahiya şaredariyê didome.