Jin bexçeyên dibistanan vala nakin: Em ê xwedî li sindoqan derên

  • 15:11 31 Adar 2019
  • Ramyarî
WAN - Jinên li Wanê ji bo ewlehiya sindoqan baxçeyên dibistanan terk nakin diyar kirin ku ew ê xwedî li sindoqan derkevin. 
 
Îro ji serê sibehê ve welatî ji bo di çarçoveya hilbijartinên herêmî de dengê xwe bi kar bînin herikîn dibistanan. Li navçeyên Wanê Artemêt, Rêya Armûşê û li Tuxê jinên ku dengê xwe bi kar anîn piştî bikaranîna deng dibistan neterikandin û gotin ku ji bo ewlehiya sindoqan ew ê heta dawî li bendê bin. 
 
Ji jinên ku bendemayîna xwe berewam  dikin  Asya Atilgan, bal kişand ser girîngiya ewlehiya sindoqan û wiha got:" Min dengê xwe ji bo aştî û demokrasiyê bi kar anî." Hasret Koç jî wiha got: "Em duh jî bi hêvî bûn, îro jî û em ê sibe jî bi hêvî bin .heta ku sendoq bên vekirin em baxçeyên dibistanan terk nakin."  
 
'Em hêvîdarin ku di vê hilbijartinê de dizî neyê kirin'
 
Ayten tarhan jî diyar kir ku ew hêvî dikin di vê hilbijartinê de dizî neyê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez bi tîrêjên rojê re çûm dengê xwe bi kar bînim.  Îro rojek bi wate ye. Çarenûsa bajarên xwe em ê bi xwe diyar bikin."
 
 
Naîle Aksoy jî got ku wê dengê xwe ji bo aştiyê bi kar aniyê. Bilmez Yaran jî got, "Îro bi awayekî demokratîk dem dema hesap pirsînê."