Gundiyên Çaxa yê Sîweregê neçûn ser sindoqan

  • 14:06 31 Adar 2019
  • Ramyarî
RIHA - Li Gunde Çaxa yê Navçeya Sîweregê ya Rihayê ku di her hilbijartinê de dengê xwe didan AKP'ê neçûn ser sindoqan. Welatiyan diyar kirin ku AKP heta niha erka xwe pêk neanîye û neçûn ser sindoqan. 
 
Welatiyên Gundê Çaxa yê Sîweregê ku 20 kilometre dûrî navçeya Sîweregê ye û 184 hilbijêrên wan hene û bertek nişanî helwesta AKP'ê dan û neçûn ser sindoqan. Li gundê ku welatî neçûn ser sindoqan, peywirdarê sindoqan li bendê ye ku welatî biçin ser sindoqan. Welatiyên ku neçûn ser sindoqan diyar kirin ku heta niha rêyên wan nehatine çêkirin û di nava heriyê de dijîn. Welatiyan anîn ziman ku av û rêya wan tune û ji ber vê yekê naçin ser sindoqan. 
 
Li gundê ku heta niha hemû deng ji AKP’ê re derdiketin, li ser sindoqa hêjmar 1123 a gund tenê erkdarên sindoqê yên HDP û AKP'ê dengê xwe avêtin sindoqan.