Feleknas Ûca: Dê bikaranîna dengan saet di 16.00'an de bi dawî bibe

  • 13:41 31 Adar 2019
  • Ramyarî
AMED - Feleknas Ûca bang kir ku hemû kes bila dengên xwe bidin û got:"Bi rayekî jî em dikarin hesab ji qayyiman bipirsin. Dê bikaranîna dengan saet di 16.00'an de bi dawî bibe. Biçin û dengên xwe bi kar bînin. 
 
Bikaranîna rayan di saetên serê sibehê de dest pê kir û gelek binpêkirinên mafan dest pê kir. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca anî ziman ku bila gel berî ku dereng bibe dengên xwe bi kar bînin. Feleknasê got:"Li Rojavayê Tirkiyeyê bikaranîna dengan saet di 08.00'an de dest pê dike û  di 17.00'an de diqede lê li Kurdistanê saet di 07.00'an de dest pê dike û dê saet di 16.00'an de bi dawî bibe. Loma berî ku dereng bikeve bila hemû kes biçin dengên xwe bi kar bînin."