Li Îzmîr, Manîsa û Bursayê binpêkirina rêgezên hilbijartinê

  • 13:10 31 Adar 2019
  • Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Yunus Emre ya Manîsayê dengên mukerer hatin bi kar anîn. Li Bucaya Îzmîrê jî  peywirdarên sindoqan ên AKP'î bazinên şîn xistin destê xwe û li navçeya Yildirima Bursayê jî li ser diwarên dibistanê pankartên namzetên AKP'ê nehatin komkirin. 
 
Di serê sibêhê li herêma Egeyê hilbijêr ji bo dengdayînê berê xwe dan ser sindoqan. Bi dengdayînê binpêkirina mafên bikaranîna dengan dest pê kir. Li Dibistana Kaytanliyê ya taxa Fevzî Çakmaka navçeya Yunus Emre a Manîsayê  dengên mukerer hat bi karanîn. Serokê sindoqa 1263'an der barê dengên mukerer de girtek girt. 
 
Li navçeya Bucaya Îzmîrê peywirdarê sindokê yê AKP'ê bazinên şîn xist destê xwe û qedexeyên der barê hilbijartinê de hatî dayîn bin pê kir. Li gorî qanûna hilbijartinê divê ew kes ji sindoqan bê dûrxistin. Sekreterê Navçeya Bucayê CHP'ê Nurhayat Yılmaz bertek nîşan da û  gilî li Lijneya Hilbijartinê  kir. 
 
Li gel qedexeyên hilbijartinê li Bûrsayê pankartên AKP'ê nehatin komkirin. Her wiha Dibistana Fatîh Sultan Mehmet ya li taxa Yildirima Bûrsayê jî li ser diwarên dibistanê pankarta namzeta AKP'ê Oktay Yilmaz heyî nehat rakirin.