Pervîn Buldan: Berpirsiyarê tiştên neyînî ku biqewimin AKP ye

  • 13:37 25 Sibat 2019
  • Ramyarî
ENQERE - Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan, di civîna çapemeniyê ya ku ji aliyê partiya wê ve hat lidarxistin de axivî. Pervînê bang li meclisê û raya giştî kir û got ku ji tişên neyînî yên biqewimin hikûmeta AKP'ê berpisiyar e.  
 
Hvesroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Civka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrg ê Leyla guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê di roja 110'emîn de berdewam dike û pêşketinên herî dawî di rojevê de li navenda giştî a partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
'Em plansaziya derbarê tecrîd û greva birçîbûnê de dikin'
 
Pervîn bi agahdarîkirina ku bi koma MYK'ê re civînek li dar xistine dest bi civînê kir û wiha berdewam kir: "Me beriya hilbijartinê bi hevalên xwe yên parlamenter  û bi koma MYK'ê re ji bo ku em bernameya hilbijartinê û ji bo tecrîd û gireva birçîbûnê dikarin çi bikin plan bikin civînek li dar xist.  Ev demek dirêj e ku pêvajoya greva birçîbûnê berdewam dike. Di serî de Leyla Guven, piştî wê girtiyên li girtîgehan, li çar aliyê welêt û li Eweropayê hevalên me di greva birçîbûnê de ne."
 
'Divê tenê HDP li dijî tecrîdê dernekeve'
 
Pervîn bi bîr xist ku Leyla Guven 110 roj e di greva birçîbûnê de ye û got ku gerav birçîbûnê êdi hatiye asta xeteriyê. Perîvnê anî ziman ku li gel bang û hewldanên wan jî hikûmetê tu gav neavêtiye û di berdewamiyê de ev tişt got: "Îktîdareke ku ji bilî bêdengkirin û astengkirinê tu tiştekî din nake heye li hember me. Meşa parlamenteran a ku ji Amedê hat destpêkirin ji aliyê Wezîrên Karên Hundir ve hewl hat dayîn ku bê astengkirin.  Lê li  gel hemû astengiyan jî hevalên me barîkat derbas kirin. Hevalên me ev meş bi armanca balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê li dar xistin. Tecrîd tenê ne pirsgirêka Gelê Kurd û ya HDP'ê ye."
 
'Di vê Meclis Leyla Guven bik rojeva xwe'
 
Pervîn bang li Meclisê û raya giştî kir û wiha berdewam kir: "Divê tecrîd bê rakirin. Bêyî ku tu kes jiyana xwe ji dest bide divê tecrîd bê rakirin.  Divê Wezîrê Dadê qanûnên ku derxistine bike meriyetê.  Hemû komên li meclisê divê li dijî tecrîdê hestiyar tevbigerin. Tecrîd tenê ne li ser birêz Abdullah Ocalan li ser tevahiya Tirkiyeyê ye. Em bang li serokê meclisê jî dikin  û dibêjin ku divê derbarê daxwazên Leyla Guven de gav bên avêtin. Leyla tenê yek parlamenter e ku sond nexwariye û li meclisê ne di tevgerê de ye. Daxwazên hevlên me ne dijhiqûqî ne divê ku bên qebûlkirin divê ku hikûmet û Wezîrê Dadê li gor qanûnê derxitine tevbigerin."
 
'Kesên edaletê dixwazin bila bêdeng nemînin'
 
Pevîn diyar kir ku her kesê di girtîgehê de xwedî mafê ku bi malbat û bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike ye, di vî warî de tecrîd tenê li ser li Îmraliyê li li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclalan heye. Pervîn wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Birêz Ocalan jî wekî her kesî xwedî vî mafî ye.  Divê ku tecrîd demildest bê bidawîkirin.  Ji tiştên neyînî ku biqewimin hikûmeta AKP'ê berpirsiyar e."