Namzeta Hezexê: Karê me yê ewil wê başkirina xwezayê be

  • 09:11 25 Sibat 2019
  • Ramyarî
ŞIRNEX - Namzeta hevşaredariya Hezexê Songul Erdem diyar kir ku piştî bê hilbijartin şûnde wê ewil xwezaya Hezexê ya hemû bûye beton baş bikin û wiha got: “Em ê bi hêza gelê xwe re şaredariyê bînin rewşa berê. Em ê wî qeyûmî bişînin, ji bo gelê xwe çi ji destê me bê em ê bikin.”
 
Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re demek kurt ma û xebatên hilbijartinan jî bi lez didome. Li Şirnexa ku qeyûm tayînê hemû navçe, bajarokên wê hatine kirin, niha kelecanek mezin heye. Hezex ya ku ji roja hevşaredarên wê hatin girtin, piştre qeyûm hat tayînkirin heta niha ji rojevê de neketiye û pirsgirêkên 3 salan naqedin.
 
Namzeta hevşaredariya Hezexê Songul Erdem diyar kir ku wê qeyûmê ji gelê ku ava wan hatiye birîn re gotiye ‘hûn kî ne’, di 31’ê Adarê de bişînin û got wê navçeya ku bi xwezaya xwe navdar e bi ekolojiyê zindî bikin.
 
‘Wê bi gel re qeyûm bê şandin’
 
Songul di 1986’an de li Hezexê hat dinê û di malbatek welatparêz de mezin bû. Di salên 90’î de xebatên partiyên siyasî nas kir. Songul di 2017’an de hat girtin û piştî derket şûnde bi kongreyê bû hevseroka HDP’a navçeyê. Songulê diyar kir ku ji salên 90’î heta niha her tim di xebatan de cih girtiye û di van hilbijartinan jî wê bi gel û ciwanan re qeyûm beralî bikin.
 
Songulê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çawa em bên hilbijartin em ê ji jin û ciwan re bibin bersiv. Bi hêza gelê xwe re em ê vegerin rewşa xwe ya berê. Li navçeyê cihekî saxlem nehiştin. Ewil ji xwezayê dest pê kirin. Kolanên berê di navîna wan de kulîlk û dar hebûn. Lê wan tije beton kir. Em ê xwezaya xwe ji nû ve derxin holê. Em ê qeyûm derbixin û ji bo gelê xwe çi ji destê me bê em ê bikin.”
 
Songulê di dawiyê de jî got wê ji bo jinan qadên îstîhdamê ava bikin, di çarçoveya vê de wê koperatîfan vebikin.