‘Tifaqa AKP-MHP’ê ji bo pirsgirêka meşrûyetê çareser bike serî li her rê didin’

  • 09:06 25 Sibat 2019
  • Ramyarî
Melîke Aydin 
 
ÎZMÎR - Serpîl Kemalbay a HDP’î diyar kir ku serokkomar Tayyîp Erdogan bihayên hewcedariyên sereke û guleyan aniye hember hev û got bi vê desthilatdarî pirsgirêka meşruyetê dijî û wiha got: “Serokomar herî dawî îtîrafa ku gel birçî hiştiye û ÎHA û SIHA girtine û got: “Heta 31’ê Adarê wê bacan û pîvazan bifroşe, wê rastiyan jî veşêrin.”
 
Serokomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan di mîtînga Aydinê ya 9’ê Sibatê de got ‘Ez bang li kesên dibêjin bacan, îsot, firingî dikin; hûn bihayê guleyekê dizanin?’ û bi vê gotinê jî îtîraf kir ku sedema krîzê di esasê de polîtîkayên şer in. 
 
Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay diyar kir ku heta ku têkiliya sermayê xizmên zavayê serokomar û wezîrê aborî û xezîneyê Berat Albayrak bi tekelên çekan hebin, polîtîkayên şer yên Tirkiyeyê jî normal in û got ji bo serê vê krîza tê jiyîn bigirin nêrîna ‘dijminê hundir’ diafirînin.
 
‘Ne ji bo şer divê ji bo aştî û hewcedariyên sereke butçe bê veqetandin’ 
 
Serpîlê destnîşan kir ku firotinên tanzîm rêbazeke terza koperatîfê ya ku bi taybet sosyalîst piştgiriyê didinê û ji bo xurek erzan bên firotin pêk tê, ji aliyê AKP’ê ve ji bo krîz bê veşartin tê bikaranîn. Serpîlê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Guleyek bi bacanê re anîna cem hev, bi hewcedariyên mirovan e anîna hember hev di esasê de nirxandinek rast e, lê ya guleyê ne rast e. Em bi guleyekê dikarin çiqas xurek bigirin? Ji bo me divê kîjan bê kirin? Ne ji bo şer divê ji bo aştî û hewcedariyên sereke butçe bê veqetandin. Em wek HDP polîtîkaya aştiyê diparêzin.”
 
‘Rastiyan vedişêrin’
 
Serpîlê di berdewamiyê de anî ziman ku polîtîkaya herî rast ev e ku çavkaniyên gel neçin şer, neçin qaseyên tekelên çekan ên hêzên navneteweyî, li şûna wê divê ji bo fêdeya gel bê xerckirin û wiha got: “Serokomar herî dawî bixwe got ku gel birçî dihêlin û ÎHA û SIHA girtine. Bacan û pîvazan heta 31’ê Adarê wê bifroşin û hewl didin rastiyan bi kulmek tezgah veşêrin. Gel jî vê rastiyê dizane. Nokteyên firotina tanzîmê jî razemeniya hilbijartinê ye. Piştî hilbijartinan krîzek mezin li bende gel e.”