DBP: Azadiya ziman mafekî sereke ye

  • 13:58 20 Sibat 2019
  • Ramyarî
AMED - DBP'ê bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê daxuyanî da û xwest li dijî asîmîlasyonê her kes xwedî li zimanê kurdî derkeve.  
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi rasthatina 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Daxuyaniya DBP'ê wiha ye: 
 
"Li gorî rapora UNESCO’yê li Cihanê bi giştî 7 hezar ziman tên axaftin lê belê 3500 ziman li ber tunebûnê ne. Bi taybetî dewletên netewperest û hegemonîk bi hişmendiya yek ziman û yek netewe nêzî zimanên dayikê yên gelan dibin û ji bo tunekirina zimanên dayikê yên gelan, polîtîkayên qirkirinê didin meşandin. 
 
Li Tirkiyeyê jî rewşa 18 ziman û zaravayan ber bi tunebûne ve ye. Ji avakirina Komara Tirkiye hetanî niha, li hemberî Gelê Kurd û zimanê Gelê Kurd, hukumetên ku rêveberiya vê komarê kirine polîtîkayên qirej ên asîmîlasyon û înkarkirinê bi rê ve birine û bi van polîtîkayên qirej xwestine zimanê gelê Kurd bihelînin.
 
Tifaqa qirêj a Hukumeta AKP û MHP’ê bi polîtîkayên qayiman, şaredarîyên gelê Kurd xesp kirin. Qayiman jî li hemberî zimanê Kurdî, xebatên şaredariyan ên pir zimanî û sazîyên zimanê kurdî, bi hişmendiya yek zimanî naveroka şaredariyan ên çandî û ziman vala kirin.
 
Ziman, çand, dîrok û hebûna gelê Kurd tune tên hesibandin. Li hemberî vê hişmendiyê, sazîyên me ku têdikoşîn didin tên hedef girtin û dixwazin bi operasyonên qirkirinê, sazîyên demokratîk bê xebat û lawaz bimînin.
 
Axaftina bi zimanê  dayîkê ya li hemû qadê jiyanê  mafê sereke yê Gelê Kurd e. Li hemberî polîtîkayên dewletê yên asîmîlasyonê, têkoşîn û pêşxistina çand û ziman jî mafekî sereke yê gelê me ye. 
 
Azadiya ziman mafekî sereke ye û hetanê em mafên xwe ê ziman bi dest bixin divê em bi biryar li hemberî hişmendiya qirker û yekperest têbikoşîn û têkoşîna xwe domdar bikin. Em di serî de ‘21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê’ li gelê Kurd û bi giştî jî li hemû gelên cihanê pîroz dikin. Divê em li hemû deveran, li hemberî polîtîkayên qirker li ber xwe bidin, di nav têkoşînê de bin û em xwedî li zimanên gelan derkevin."