Li dijî binçavkirinan bertek:Tevî zextan em bi destkeftinan ji pêvajoya hilbijartinê derketin

  • 09:20 19 Sibat 2019
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Hevseroka HDP’a Enqereyê Zeynep Bayramoglu destnîşan kir ku beriya hilbijartinên herêmî zextên li hember partiya wan zêde bûne û bi taybet jî li hember jinan êrîşek heye û got: “Em tevî hemû zextan bi destkeftinan ji hemû pêvajoyan derketin. Bi hêza me ji jinan girtiye, em ê di vê pêvajoyê de jî bi awayekî xurt berxwe bidin.”
 
Hilbijartinên 31’ê Adarê nêz dibin û zextên li hember HDP’ê jî zêde dibin. Gelek rêveberên navçe û navendê yên HDP’ê hatin binçavkirin û herî dawî di 7’ê Sibatê de piştî bernameya nasandina namzetên şaredariyê yên Mêrdînê 10 kes hatin binçavkirin. Derbarê hevseroka HDP’a Mêrdînê Eylem Amak de biryara binçavkirinê derket. Hevseroka HDP’a Enqereyê Zeynep Bayramoglu diyar kir ku beriya hilbijartinê zextên li hember HDP’ê zêde dibin û got wê ew tu car şûnde gavê navêjin.
 
‘Zext me naçewisînin, berovajî vê me xurt dikin’
 
Zeynebê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê beriya her hilbijartinê li dijî partiya wan zext pêk tên û got: “Beriya her hilbijartinê zextên bi vî awayî pêk tên. Rêveber û namzetên me bêyî hincet tên binçavkirin. Ev rewş me matmayî nahêlin. Piştî hilbijartinên herêmî bi stratejiya ku partiya me aşkera kiriye re zext zêde bûn. Ev furya binçavkirin û girtinê ji bo çewisandinê pêk tên. Ji bo em bi ser nekevin wisa dikin. Tevî van zextan gel natirse, berovajî vê zêdetir xurt dibe.”
 
‘Tevî her tiştî em ê ligel hev cih bigirin’
 
Zeynebê bi lêv kir ku li Mêrdînê piştî nasandina namzetan şûnde operasyon û binçavkirin pêk hatiye û wiha berdewam kir: “Bi binçavirinan dixwazin hewayeke ku namzet tune ye ne biafirînin. Lê em kesî nebînin jî em ê rêveberên xwe namzet nîşan bidin. Tiştekî em winda bikin tune ye. Em her tim ligel hev bûn. Ji vir şûnde jî em ê bikin. Beriya hilbijartinan bi êrîşan peyamên xwe tînin ziman. Bi salene li ser me zext hene, lê em her tim bi serkeftin derketin.”
 
‘Yên vê pêvajoyê bibin wê jin bin’
 
Zeynebê di dawiyê de anî ziman ku aliyên ku herî zêde zext li ser hene jinin û got: “Ji ber jin ji vê pêvajoyê re pêşengiyê dikin. Em piştevaniyê bi jinan re pir baş pêk tînin. Me pira jinên herêmê û bajarên rojava de ava kir. Yên vê pêvajoyê bi rê ve bibin wê jin bin. Desthilatdarî tehemulê daxuyaniya çapemeniyê jî nake. Dixwazin ji ser jinan vê pêvajoyê biqedînin. Em ê bi hêza ku jinan digirin berxwe bidin, her tim li her derê gotina xwe bêjin.”