Hevseroka Giştî ya Malên Gel: Ev ne tenê tifaqeq hilbijartinê ye

  • 09:20 18 Sibat 2019
  • Ramyarî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Hevseroka Giştî ya Malên Gel Dîlşat Aktaş diyar kir ku tê xwestin rejîma nû li herêman xwe mayînde bik û ji ber vê jî, di hilbijartinên 31’ê Adarê û piştî hilbijartinan hewcedarî bi muxalefeta civakî heye û got: “Li dijî zexta faşîst, ji bo têkoşîna hevpar em her tim bi HDP’ê re di piştevaniyê de ne. Em vê tenê wek tifaqa hilbijartinê nabînin.”
 
HDP’ê beriya hilbijartinên herêmî stratejiya hilbijatinê bi rayagiştî re parve kir û bi dirûşma ‘Li Kurdistanê serkeftin, li bajarên rojavayê Tirkiyeyê windakirina bloga AKP-MHP’ wê bikevin hilbijartinan, li bajarên herêmê jî namzetên xwe dan nasîn û bi coşek mezin xebatên hilbijartinê didomîne. Hevseroka Giştî ya Malên Gel Dîlşat Aktaş stratejiya hilbijartinê ya HDP’ê nirxand.
 
‘Divê hilbijartinên herêmî bi sê lingan bê nirxandin’
 
Dîlşatê diyar kir ku rejîma ‘yek kesî’ hewl dide li herêman xwe ava bike û ji ber vê hilbiajrtin di cihekî krîtîk de disekine û divê ji sê aliyan bê dest girtin. Dîlşatê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ya yekem tifaqa AKP-MHP’ê, aliyek jî CHP-Îyî Partî yanî tifaq Netewî, bi vê jî hêzên pêşveçûyî yên muxalefetê ku qadên têkoşînê e. Di vir de hewldana sosyalîstan mijara gotinê ye. Em wek Malên Gel, di serî de parastina bajaran li Stenbol û gelek cihên din hewldanên me hene. Deskeftiyek mezin a HDP’ê dli herêmên bajarên rojava mijara gotinê ye. Ji bo rejîm winda bike divê pêngavek pêşde bê avêtin.”
 
Dîlşatê bi lêv kir ku li bajarên herêmê bidestxistina deskeftiyên hatine xespkirin wê li bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî destkeftiyek mezin be û wiha pê de çû: “Bêguman li bajarên mezin bi tifaqa AKP-MHP’ê windakirin girînge. Li bajarên mezin piştgiriya ji bo namzetên di cih de ji bo me jî girînge. Tifaqa heyî polîtîkayek xwe sipartiye rast, dimeşîne. Tu kes namzetên muxalefetê nîşan dane erê nake. Divê meclîsên herêmî yên ku feraseta rêveberiya herêmî ya demokratîk û gel ava dike, bikevin rojevê. Encamên hilbijartinê çi dibin bila bibin, em berpirsyarin ku mewziyên bexwedanê ku gel rêxistin dike ava bikin. Di vî alî de pêvajoya hilbijartinên herêmî bûye rojeva siyasetê. Tu soza ku AKP bide gel nemaye.”
 
‘Bihayên gule û balîcanan tînin hember hev’
 
Dîlşatê destnîşan kir ku AKP her ku hilbijartinên herêmî nêz dibe, hewl dide krîza tê îdare bike û ev tişt anî ziman: “Li aliyekê em feraseta ku bihayên bacan û guleyan tînin hember hev dibînin. Ev rewş nîşan dide ku piştî hilbijartinê em ê çi bijîn. Desthilatdarî êdî nikare hêrsa gel biçewisîne, hêza xwe winda kiriye heye.”
 
Dîlaşatê bloga ‘na’ ya ku HDP û CHP’ê di hilbijartinên serokatiyê de ava kiriye û Meşa Edeletê bibîr xist û got: “Muxalefeta civakî CHP li van pêngavan da zorê. Yên bloga ‘na’ ava kirin kesên ku edelet, wekhevî û aştiyê diparêzin bûn. Ji van rev dibe ku di hilbijartinan de serkeftinan bîne lê ji bo pêşeroja civakê faşîzm û rastgiran xurt dike. Namzetên CHP’ê li bajarên mezin bidest bixin jî bi vê tifaqê re bi vê tavîzê re dema bajaran bi rêve bibin wê rastî gelek pirsgirêkan bê."
 
‘Em her tim bi HDP’ê re di piştevaniyê de ne’
 
Dîlşatê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku piştgiriya wan ya ji bo HDP’ê ne tenê bi daxuyaniyên hêsan, wê bi xeta ku piştgiriyê dide namzetên herêmê pêş bixînin û wiha dawî lê anî: “HDP ne tenê partiyek li dijî rejîma faşîst tê dikoşe ye. di heman demê de partiyeke di qada demokratîk de siyasetê dimeşîne, bi gel re bûye yek. Ji ber vê jî ji aliyê desthilatdariyê ve derveyê dewrê tê hiştin. Li dijî zexta faşîst, ji bo têkoşîna hevpar em her tim bi HDP’ê re di piştevaniyê de ne. Em vê tenê wek tifaqa hilbijartinê nabînin. Em berpirsyarin ku mewziyên berxwedanê ava bikin.”