Xebatên HDP'ê yên li Şirnexê didomin

  • 16:36 17 Sibat 2019
  • Ramyarî
ŞIRNEX - Namzetên Hevserokatiya Şaredariya Şirnexê ji bo hilbijartinên herêmî xebatên xwe didomînin. 
 
Namzetên Hevserokatiya Şaredariya Şirnexê ji bo hilbijartinên herêmî xebatên xwe didomînin. Namzet bi gel re hatin ba hevdu. Namzetên Hevserokatiya Şaredariya Şirnexê Nurcan Alturk û Hisyar Osal û heyeta bi wan re çûn serdana kampa Êzidiyan û kesên ku di kana komirê de dixebitin. Heyet û namzet ji aliyê gel ve bi awayekî germ hatin pêşwazîkirin. Piştî van serdanan dê serdanên malbatan dest pê bike.