Welatiyên Stenbolê şaredara jin dixwazin

  • 09:18 16 Sibat 2019
  • Ramyarî
STENBOL - Welatiyên Stenbolê ku dixwazin pirsgirêkên wan ên trafîk, tenduristî û perwerdeyê bên rojevê balkişandin ser texrîbata şaredarên mêr yên heta îro û gotin: “Em şaredara jin dixwazin. Heta îro mêran bi rêvebir, lê ka çi bû? Jinek malê çawa bi rêve dibe, wê bajar jî pir baş bi rê ve bibe? 
 
HDP ji bo hibijartinên 31’ê Adarê bi pergala hevşaredariyê xwe amade dike. Li rojavayê Tirkiyeyê jî partiyên siyasî hema hema namzetên jin nîşan nedane. Li sê bajarên mezin Stenbol, Îzmîr û Eqnereyê namzetên mêr hatin nîşan dan. Lê şêniyên bajar, dixwazin şaredar jin be. Jinên Stenbolê sedema daxwaza şaredara jin wiha vegotin.
 
Jina bi navê Gul Kolemen bi lêv kir ku şaredar pirsgirêkên civakê ji nedîtîve tê û wiha got: “Li gorî min şaredarî beriya dest bi xebatekê bike divê ewil lêkolîna bazarê bike û li ser vê pêş bikeve. Ez dixwazim şaredar jin be. Ji bo min jin her tim di pêş de ye. Jinan her tim davêjin plana duyem. Her tim mêran serkeftî dibînin. Ji ber vê divê ev pêşdaraz bê şikandin. Divê em bêjin ku jin dikare bêje. Ji bo sewalên kolanê tiştek nayê kirin. Stargeh ji bo wan bûne kampên mirinê. Dikare xebatên baştir bên kirin.”
 
‘Jin çawa malê bi rêve dibin wê bajar jî bi rêve bibin’
 
Aleyna Kotaş jî daxuyakirin ku bendewariya wê ji şaredariyên dema nû tune û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ka wê çi biguhere. Xizmetek têr nayê dayîn. Pir diaxivin lê kes li cem xizanan cih nagire. Gelek kesên zanîngeh qedandine û dipên hene. Her kes bi torpîlan dikevin şaredariyan. Şaredar divê her tim li gel welatiyan bin. Divê dakevin kolanan. Divê li merciya xwe her tim rune ne. Ez dixwazim şaredar jin be. Jin be wê baştir. Jin malê bi rêve dibin wê şaredariyê jî bi rêve bibin.”
 
‘Tune dihesibînin, em ji bo vê li vir in’
 
Nalan Aşkin jî destnîşan kir ku ji bo kesên berasteng jî derfet bênafirandin û ji bo xurtkirin û piştgiriya wan hewldan bê dayîn û got: “Pisgirêka herî mezin a Stenbolê xizani ye. Xizmetên tenduristiyê jî têr nakin. Divê xizmetên lênerîna malê zêdetir bibin. Bêguman dixwazim şaredar jin be. Ji sedî 52’yî vî welatî jin in lê tune tên hesibandin. Ji ber vê em di vê rewşê de ne.”
 
Suheyla Parlak jî diyar kir ku ew taxeke şînahî dixwaze û wiha berdewam kir: “Qada me ya şîn tune. Li Stenbolê qadên şîn kêm in. Yên heyî jî wêran dikin. Mînak li Acibadem qet qadên wisa tune ne. Pirsgirêka trafîkê pir mezin e. 40 sal e li Stenbolê dijîm. Ger jinekê bi rêve bibira wê xweşiktir bûna. Jinên destê jinan lê dikeve xweşiktire. Ji ber vê dixwazim şaredar jin be.”
 
‘Bendewariya min ji rêveberiya nû tune’
 
Bîrgul Gokturk jî anî ziman ku bendewariya wê ji rêveberiya nû tune û ev tişt anî ziman: “Xwendekar, kesên tenê dijîn li vî bajarî najîn. Jiyana wan bêderfet bûye. Di alî aborî de jî zehmetiyan dikşînin. Her roj jin dimirin. Şaredarî dikarin tedbîrên cuda bigirin. Dikare stargeh bên vekirin. Dikarin baştir bên parastin. Ez dixwazim şardar jin be.”
 
Sevgî Bayaner jî bi lêv kir ku qadên ku zarok lê bijîn nemane û got: “Dibistan hemû bûne beton. Zarokên me ji betonan derdikevin diçin betonan. Rêveber dema tên hilbijartin tiştekî nakin. Ji xwe jin jî di rêveberiyan de tune ne. Di nav evqas namzet de çend jin hene?Tune ne. Hemû mêr in. Ez dixwazim şaredara me jin be.”
 
Xwendekar Berkay Gokçe jî dixwaze pisgirêka trafîkê ya Stenbolê bê çareserkirin û got: “Bi çêkirina otoparkan, bi çêkirina parqên nû pisgirêk nayê çareserkirin. Divê pergaleke ji teknolojiyên nû re vekirî bên avakirin. Bêguman ez jî dixwazim jinek vî bajarî bi rêve bibe. Çima nebe. Divê nûneriyek wekhev hebe.”