Jinan nexşêrê ya xwe diyar kirin:Destkeftiyên 31’ê Adarê wê bibin dîrok

  • 09:12 15 Sibat 2019
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
AMED - Zeynep Urun diyar kir ku wê bi ‘Encamnameya Hilbijartinê ya Jinê’ nexşerê ya xwe diyar bikin û got wan îdiaya xwe ya hilbijartinên herêmî derxistine holê û got: “Em ê li dijî polîtîkayên tecrîdê ya neçareseriyê ferz dike, ji qadan venekişin. Em ê li dijî zîhniyeta ku her qadên jiyanê bê jin dihêlin, her derê bi rengê jinê bixemilînin. Di 31’ê Adarê de yên qezenc bikin wê jin bin.”
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di dîroka Tirkiyeyê de pêngavek yekem avêt û ji bo hilbijarinên herêmî ‘encamnameya jinê’ amade kir, biryarbûna xwe ya di nûneriya wekhev de carek din nîşan da. Jinên HDP’ê yên di 10’ê Sibatê de li Amedê îdiaya xwe ya di rêveberiyan de derxistin holê bi ‘encamnameya hilbijartinê ya jinê’ nexşerêya xwe diyar kirin.
 
Hevşaredara Qilaban a Şirnexê Zeynep Uren a ku qeyûm tayînê şûna wê bû û ji peywira wê hat dûrxistin, diyar kir ku ji mafê perwerdeya zimanê dayikê ya bê pere, heta jiyana ekolojîk, ji marketên kor heta erdên komun gelek xebat dane pêş xwe.
 
‘Em ji têkoşîna 40 salî îlhamê digirin’
 
Zeynebê daxuyakirin ku tecrubeyên ji şaredartiyê girtine dane berxwe û encamname amade kirine û wiha pê de çû: “Di têkoşîna jinê de ji bo pêngavek pêş de biçe û serkeftin bê bidestxistin, divê ji van tecrubeyan fêde bihata girtin. Em jin ji xwe xwedî tecrubeyên mezin in. Ji bo em xwe bi rê ve bibin, ji herêmî de bi rê ve bibin, me di têkoşîna 40 salî de tecrubeyên girîng bi dest xistin, em ji vê têkoşînê bi bandor bûn. Me bi tecrubeyên 40 salî encamname amade kir û aşkera kir. Ji bo bajar, jin û ciwanan xalên girîng hene. Ev encamname ji bo me gelek girîng e.”
 
‘31’ê Adarê wê dîroka deskeftiyan be’
 
Zeynebê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Êrîşên li hemberî gelê Kurd di şexsê jinê de xistin jiyanê. Sazî girtin û hewl dan jinan mahkumê malê bikin. Jin ji qada çand û hunerê dûr xistin û atolyeyên saziyên perwerdeyê girtin. Xwestin jinan hepsê malê bikin. Êrîşên pergala hevserokatiyê kirin. Hemû qeyûmên hatin tayînkirin jî mêr bûn. Em dizanin ku ev polîtîka polîtîkayên şerê taybet e. Lê wê 31’ê Adarê bibe dîroka destkeftiyan. Em wek jin tevî hemû zor û zextan wê dest ji qadan bernedin. Em ê her derê bi rengê jinan bixemilînin. Em ê bi jin û ciwanan re qezenc bikin.”
 
‘Wê berxwedana jinan pêşengiyê bike’
 
Zeynebê bi lêv kir ku tevî hemû zext û êrîşan coş û kelecanek mezin a hilbijartinê heye û wiha dawî lê anî: “Tecrîda li hemberî gelê Kurd û îradeya jinê didome. Li aliyê din jî israra di şer û azadiyê de jî didome. Baweriya me tam e. Em ê di 31’ê Adarê de ji bo zilmkar û faşîzmê bibin bersiv. Jin wê pêşengiya vê berxwedanê bikin.”