Meşa parlamenteran a Şirnexê hat qedexekirin

  • 12:49 13 Sibat 2019
  • Ramyarî
ŞIRNEX - Li Şirnexê polîsan meşa HDP'yiyan a bi dirûşma "Di roja 100'emîn de bi Leyla re em ê tecrîdê bişkînin" asteng kir û ji aliyê waltiyê ve jî heta 15 rojan hemû çalakî li bajêr hatin qedexekirin. 
 
Ji bo piştevaniya Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven re bi dirûşma "Di roja 100'emîn de bi Leyla re em ê tecrîdê bişkînin" ji bo daxuyaniya ku wê li Amedê bê dayîn meşên ku ji 15 bajaran hatin destpêkirin li gel hemû astengiyan berdewam dikin. Ji van başarên ku meş lê hat destpêkirin yek jê jî Şirnexê ye. Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan  Ozguneş, Huseyîn Kaçmaz, namzedên hevşaredariyê yên Şirnexê  Nurcan Akturk û Hîşyar Osal ku li gel wan partîzanên HDP û DBP'yî jî hebûn bi dehan kes ji avahiya HDP'ê ya Şirnexê xwestin heta dervê Şirnexê bimeşin. Parlamenterên xwestin bimeşin bi êrîşa polîsan re rûbirû man. 
 
Parlamenterên ku bertek nîşanî êrîşê dan wiha gotin: "Em ê tu carî li hember faşîzmê serî daneynin. Hûn bi xwazin û naxwazin jî em ê bimeşin. We ev bajar talan kir, îradeya gel jineke parlamenter di çalakiya greva birçîbûnê ya 98'emîn de ye û hûn ji me re dibêjin nemeşin."
 
Polîsên ku qedexeya walîtiyê hincet nîşan dan wiha gotin: "Em nahêlin ku hûn bimeşin."
 
Hemû çalakî hatin qedexekirin!
 
Li aliyê din jî Waltîiya Şirnexê bi daxuyaniyeke ku da ragihand ku heta 15 rojan her cure çalakiyê ku bên lidarxistin li Şirnexê hatine qedexekirin. 
 
Li bendê ye ku partîzan û parlamenterên HDP'ê ji Şirnexê ber bi Cizîrê ve, ji Cizîrê jî ber bi Nisêbînê ve û pişter jî ji bo ku xwe bigihînin Amedê bimeşin.