HDP'yiyên ku qeydên hilbijêran dexistin holê hatin binçavkirin

  • 14:30 12 Sibat 2019
  • Ramyarî
SÊRT - Li Sêrtê di encama serdegitina malan de 3 kes hatin binçavkirin. Hat aşkerakirin ku ji sê kesên hatine binçavkirin du jê rêveberên HDP'ê yên ku nêzî 12 hezar qeydên hilbijêran ên sexte derxistine holê Cemal Turan û Eşref Tekîn e. 
 
Serê vê sibehê li Sêrtê bi ser malan de hat gitin. Di encma serdegitinên ku hatin kirin de 3 kes hatin binçavkirin. Ji kesên ku hatin binçavkirin du kes jê Cema Turan û Eşref Tekîn yên ji rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ne û kesekî din navê wî nehat aşkerakirin e. 
 
Du kesên HDP'yî ku hatin binçavkirin hat ragihandin ku kesên 6 hezar û 488 qeydên hilbijêran ên hatine jêbirin derxistine holê  Cemal Turan û Eşref Tekîn e.