HDP, li Mehsertê starta hilbijartinê da

  • 14:49 9 Sibat 2019
  • Ramyarî
MÊRDÎN – Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Rêxistina Mêrdînê, li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê starta hilbijartinê da.
 
Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Rêxistina Mêrdînê, li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê starta hilbijartinê da. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, namzetên hevşaredar yên Mêrdîn û navçeyan, rêvebirên HDP û DBP’ê û gelek welatî tevlî starta hilbijartinê bûn. Girseya ku li ber avahiya HDP’ê ya Mehsertê hatin li gel hev li dijî barana ku dibarî esnaf û welatiyan ziyaret kir û starta hilbijartinê da. Girseya ku rastî eleqeyek mezin hat, bi çepik û tililiyan bernameya xwe berdewam kirin.
 
Piştî meşê girse ber bi avahiya HDP’ê ya Mehsertê ve meşiya û bernameya xwe bi dawî kirin.