HDP, li Mehsertê starta hilbijartinê da 2019-02-09 14:49:20   MÊRDÎN – Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Rêxistina Mêrdînê, li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê starta hilbijartinê da.   Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Rêxistina Mêrdînê, li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê starta hilbijartinê da. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, namzetên hevşaredar yên Mêrdîn û navçeyan, rêvebirên HDP û DBP’ê û gelek welatî tevlî starta hilbijartinê bûn. Girseya ku li ber avahiya HDP’ê ya Mehsertê hatin li gel hev li dijî barana ku dibarî esnaf û welatiyan ziyaret kir û starta hilbijartinê da. Girseya ku rastî eleqeyek mezin hat, bi çepik û tililiyan bernameya xwe berdewam kirin.   Piştî meşê girse ber bi avahiya HDP’ê ya Mehsertê ve meşiya û bernameya xwe bi dawî kirin.