Nivîskar Hamîde Yîgît:Minbiç di siyaseta Tirkiyeyê de têkçûneke nû ye

  • 09:08 28 Çile 2019
  • Ramyarî
ENQERE - Pispora Rojhilata Navîn nivîskar Hamîde Yîgît plana ‘herêma bi ewle’ ya li bakurê Sûriyeyê û polîtîkayên Tirkiyeyê yên der barê Sûriyeyê de nirxand û diyar kir ku pêngavek leşkerî di siyaseta derve de têkçûnek e.
 
Serokê DYA’yê Donal Trump di daxuyaniya dawî de got pêvajoya vekişîna ji Sûriyeyê dest pê kiriye û wiha got: “Ger Tirkiye li kurdan bixe, em ê Tirkiyeyê di alî aborî de wêran bikin. Em ê herêma ewl e ya 0 mîll (32 km) ava bikin. Di heman demê de ez naxwazim Kurd Tirkiyeyê provoke bikin. Piştî vê plana ‘herêma ewle’ ya DYA’yê ji aliyê Tirkiyeyê ve wek herêma tampon hat rojevê. Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît plana herêma ewle û polîtîkayên Tirkiyeyê yê der barê Sûriyeyê de nirxand.
 
Hamîde Yîgît diyar kir ku biryara Donald Trump ya li ser çapemeniya civakî wek ‘kişandina leşkeran a ji Sûriyeyê’ di alî DYA û mutefîkên polîtîkaya Sûriyeyê de sûprîz bûye û li Tirkiyeyê bandor afirandiye. Hamîdeyê got: “Ji ber hikûmeta Tirkiyeyê der barê aliyê rojhilatê Firatê de tehdîdên şer dikir. Bendewariya wan ev bû ku Trump nexşerê di mijara Mînbîcê de diyar bike. Hedefa esas Mînbîç bû. Trump bi vê hewlesta xwe peyama ‘ez bi we re tu bazarê nakim’ da AKP’ê.”
 
Hamîdeyê her wiha ev tişt anî ziman: “Artêşa Sûriyeyê berê xwe da Mînbîçê û ev jî ji bo her du aliyan bû pêngaveke ku ji ber xera kiriye. Li ser vê Trump qaşo kurdan li dijî Tirkiyeyê diparêze û di heman demê de eyar dide kurdan, gotin anîn ziman. Mijajara herêma ewle jî ji bo xeylanên AKP’ê ya wekê ‘herêma tampon’ bangek bû. Lê tu bingeha van tunebû. Lê tu polîtîkayek derve ya li ser çapemeniya civakî tê meşandin ne polîtîka ye. Bêpolîtîkabûneke ku stratejiya wê tune ye. Ev gotinên Trump ku roj bi roj diguherin, di esasê de dikare wek îflasa polîtîkaya DYA’yê ya Sûriyeyê bê xwendin.
 
‘Xeyalek AKP’ê ya herêma tampon hebû’
 
Hamîdeyê di berdewamiyê de ev tişt got: “Xeyalên şandina ‘hêzên parastinê’ ya ji bo herêma ewle ya 20 mîllî ya Trump behsa wê dike heye. Welatên Korfez di esasê de herêma ewle ya Trump behs kiriye fêm kirin. Lê AKP’î ji vê re dibêjin herêma tampon. Ev hem di alî naverok û hem jî di alî teşeyî de cuda ye.
 
Donald Trump qadek 32 kîlometre ya ku ji Bakurê Sûriyeyê dest pê dike heta sînorê Iraq Sûriyeyê xeyal dike. AKP jî xeyala herêmek tampon ku îdara wê di bin destê wan de û artêşa cîhadî û malbatên wan lê bicih bikin, dike. Dema krîza Sûriyeyê nû dest pê kir xeyalek wisa hebû.”
 
‘Leşkerên me vedigerin mal’ ji bo raya giştî hat gotin'
 
Hamîdeyê balkişand ser peyamên her carê diguhere yên Trump û DYA’yê û got kursiya serokê DYA’yê diheje û wiha got: “Gotinên DYA’yê yên ku leşkerên wan ji Sûriyeyê vedikişin jî di rayagiştî ya DYA’yê de bandorek pozîtîf afirandin. Ev daxuyanî jî der barê rayagiştî de bû.Gotinên ‘leşkerên me vedigerin malê’ der barê rayagiştî de bûn.”
 
Hamîdeyê her wiha destnîşan kir ku Tirkiye di garantoriya DYA û NATO’yê de nikare biryarek herêma tampon derxe û ev zehmete û got: “Ji bo Tirkiyeyê yekane riya ji çala Sûriyeyê derbikeve ev rê ye lê ev daxwaz 8 salin di xeyalan de maye û ji xeyalê wêdetir neçûye. Pêngaveke leşkerî di siyaseta derave de têkçûnek nû ye. Ger tu pêngav neyê kirin di siyaseta hundir de têkçûn mijara gotinê ye.”