‘Li dijî dagirkirinê wê têkoşîna azadiya jinê bibe bersiv’

  • 09:03 27 Çile 2019
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
AMED - Endama PM a DBP'ê Halîde Turkoglu polîtîkayên jinan yên qeyûm nirxand û wiha got: “Hilbijartinên herêmî yên 2019’an di kesayeta jinan de girîngin. Pergala me ya jinan a hevserokatiyê hat dagirkirin û li dijî vê dagirkirinê wê têkoşîn bibe bersivek xurt.”
 
Ji 102 şaredariyên di bin banê DBP’ê de ji bo 95'ên wan di 2016’an de bi KHK’yan qeyûm hat tayînkirin û piştî qeyûman bi dehan hevşaredar hatin girtin û şaredarî kirin wek qerekolan. Ji bo ketina şaredariyên kontrolên GBT’ê mijara gotinê bûn, hemû saziyên jinan yên di bin banê şaredariyê de jî hatin girtin û jin hatin îxrackirin. Di 31’ê Adara 2019’an de wê hilbijartinên herêmî pêk bên. Hemû partiyan lez dan xebatên xwe û  HDP jî wê tevlî hilbijartinên herêmî bibe. Endama PM a DBP’ê Halîde Turkoglu xebatên hilbijartinê û polîtîkayên qeyûm nirxand û diyar kir ku divê bi gel re xwedî li pêvajoyê bê derketin.
 
‘Hedefa ewil ên qeyûman saziyên jinan bûn’
 
Halîdeyê destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûman re saziyên jinan hedef hatine girtin û saziyên jinan di heman demê de saziyên jinan li dijî çanda serdestiya mêr jî têkoşîn dane. Halîdeyê bi lêv kir ku dewlet ji vê rewşê neheret bûye û got: “Ger hun bixwazin riya demokrasiyê bigirin divê rêxistin bê sekinandin.Me li alîkî li dijî şîdetê têkoşîn dida li aliyê din jî piştgiriya psîkolojîk dida. Hewiha li aliyekî jî me şêwirmendiya hiqûqî dida. Dema em van dikin peyama ‘jin ne tenê ne, em bi hev re têdikoşin’ didin. Em parastinek cewherî didin. Ji bo jin xurt bibin em di alî aborî de jî xebatan dimeşînin. Bi pêşengiya jinan koperatîfên jinan, bazarên jinan û gelek xebatên din hatin kirin. Ji bo jin tevlî aktîvîteyên çandî bibin, me ji bo qadên cemawerî  bên avakirin, kompleksa sporê û akademî bê vekirin xebat meşand.”
 
‘Mele anîn stargehan’
 
Halîdeyê destnîşan kir ku êrîşek sîstematîk mijara gotinê ye û endamên meclîsa jinan hatin girtin, saziyên jinan hatin girtin, xebatkarên jin hatin îxrackirin, xebatên jinan hatin sekinandin. Halîdeyê xebatên qeyûm nirxand û got: “Li kreşan perwerda bi zimanê dayikê dihat dayîn. Wan qursa Kuranê da. Li ser perwerda zayendperest sekinin. Mînak dest bi bicihkirina meleyan li stargehan kirin. Me li dijî şîdetê têkoşîn da. Wan bi qeyûman xwestin têkoşîna li dijî şîdetê qels bikin. Ev xebata me li her derê mînak dihat nîşandan. Qeyûman hewl da vê mekanîzmayê ji holê rabikin û jinan mahkumê destê dewletê bikin. Em ê ji bo polîtîkayên der barê hilweşîna çanda jin û Kudan de bibin bersiv. Hilbijartinên herêmî yên 2019’an di şexsê jinan de girîngin. Pergala me ya jinan, pergala hevserokatiyê hat dagirkirin û li dijî vê dagirkirinê wê têkoşînê bibe bersivek xurt.”