Leyla Balkan: Wê Leyla her tim di têkoşînan de cihên xwe bigirin

  • 09:11 26 Çile 2019
  • Ramyarî
Hîkmet Tunç
 
WAN - Namzeta Hevşaredariya Bêgiriyê ya Wanê ya HDP’ê Leyla Balkan xwe û projeyên xwe vegot. Leyla ku futbola wek ‘spora mêran’ tê nîşandan, bi profesyonelî dilîze wiha dibêje: "Îradeya me neqedyaye. Têkoşîn didome. Divê her tim Leyla di têkoşînan de cihên xwe bigirin. Ji ber vê ez bûm namzet."
 
Piştî ku HDP’ê namzetên xwe yên ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê aşkera kir şûnde, gel li avahiyên partiyan namzetan ziyaret dikin. Namzeta Hevşaredariya Bêgiriyê ya Wanê Leyla Balkan a 25 salî jî ji aliyê jinan ve eleqeyek mezin dibîne.
 
‘Min nîşan da ku futbol ne spora mêran e’
 
Leyla li gundê Damlat a Bêgiriyê hatiye dinê û zarokatiya wê li taxek navçeya navendî ya Tuşba ya Wanê derbas bûye. Ji ber pirsgirêkên malbatî neçar ma dest ji lîseyê berde û bi veşarî dikeve ezmûnan diqedîne. Di ezmûna zanîngehê de jî puanek baş digire û li Zanîngeha Hîtît beşa perwerdeya beden diqedîne. Leyla futbola ku wek spora mêran tê venasîn jî bi profesyonelî dilîze û wiha dibêje: “Ji bo ez nîşan bidim ku futbol ne spora mêran e, min lîst. Li zanîngehê min futbola salonê lîst. Min li Colemêrgê futbol lîst. Lê ji ber emelyatekê neçar mam dest jê berdim.”
 
‘Em di pîrozbahiyên 8’ê Adarê de rastî êrîşê hatin’
 
Leylayê di axaftina xwe de bi lêv kir ku di xwendekarî û di qadên xebatê de ji ber nasnameya Kurd rastî êrîşên nîjadperest hatine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê min tu car şûnde gav navêt. Li bajarên rojavayê Tirkiyeyê Kurd rastî newekheviyê tên. Dema min li Çorumê zanîngeh qezenc kir em ketibûn pêvajoya aştiyê.Nêzîkatiya mirovan baş bû. Lê piştî pêvajo qedya gotin hûn terorîst in û silav nedidan me. Di 8’ê Adara 2016’an de em 20 heval ji bo pîrozbahiyê hatin cem hev lê em rastî êrîşê hatin. Bi tûndî li me xistin.”
 
Leylayê her wiha destnîşan kir ku bi hinceta HDP’î bûye ji kar hatiye avêtin û wiha pê de çû: “Bersiva min ji bo kesên ez derxistim wisa ye. Em ê nîşanî wan bidin ku mirov çawa wekhev dijîn. Gelê Kurd her tim cuda tê dîtin. Destkeftiyên wan tên tunekirin. Lê em têk naçin. Em têkoşîna xwe berdewam dikin. Îro çawa Sîsê Bîngol têk neçûye û ger ez wek ciwanekê piştgiriyê nedim têkoşînê, divê em ji xwe şerm bikin.”
 
‘Divê Leyla her tim di nava têkoşînê de bin’
 
Leylayê bi lêv kir ku partiyê ew hêjayî nûneriya Bêgiriyê dîtiye û got: “Gelek tiştên em bi ser bikevin hene. Divê ev welat vê baş bibîne. Gelê Kurd ne li pey pere, ne li pey rantê ye. Gelê Kurd li pey parastina îradeya xwe ye. Divê Leyla her tim di têkoşînan de cihên xwe bigirin. Ji ber vê jî ez bûm namzet.”
 
Leylayê di dawiya axaftina xwe de got wê der barê jinan de jî xebatan bimeşînin û daxuyakirin ku ji bo mêr bibin xwedî hişmendî, divê bên perwerdekirin.