Yuksel Mutlu: Riya jinan dirêj e lê ewqas jî rengîn e

  • 09:01 25 Çile 2019
  • Ramyarî
Gulîstan Azak
 
AMED - Hevşaredara Akdenîzê ya Mêrsînê Yuksel Mutlu ku qeyûm tayinî şûna wê hatibû kirin, diyar kir ku di 31’ê Adarê de ew ê dîda siyasetek li dijî zîhniyeta yekparêz tercîh bikin û got: “Jinên vî welatî xwedî têkoşînek kûr in. Di 12’ê îlonê de ewil jin daketin kolanan. Riya jinan dirêj e lê ewqas jî rengîn e.”
 
Di çarçoveya OHAL’ê de bi KHK’yên hatin derxistin ji bo 95 şaredarên DBP’ê qeyûm hat tayînkirin. Yek ji şaredariyên ku qeyûm tayîn bû şaredariya Akdenîzê ya Mersînê Yuksel Mutlu bû. Yukselê der barê xebatên hilbijartinê yên 31’ê Adarê de nirxandin kir.
 
‘Hilbijartinên herêmî ji bo rêxistinbûyina civakê derfetek mezin e’
 
Yukselê destnîşan kir ku hilbijartinên herêmî ne tenê hilbijartinên rêveberiyên herêmî ne, hilbijartineke ku polîtîka navendî ya Tirkiyeyê diyar dike ye. Yukselê bi lêv kir ku divê hilbijartinên herêmî ji bo rêxistinbûyina civakî wek derfetekê bê nirxandin.
 
Yukselê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêza pêşîgirtina şîdeta li ser jinê rêveberiyên herêmî ne. Em hilbijartinên 31’ê Adarê wek rêxistinbûyina civakê dibînin. Em bi polîtîkayên hikûmet û hilbijartina herêmî re rû bi rû ne. Li dijî van polîtîkayan HDP paradîgma azadî, demokratîk û ekolojîk diparêze. Pergala vesayet a rêveberiyên herêmî ‘tezahura zîhniyeta netew dewletê ye’. Yanî ferasetek siyasî ya ku herêmê wek hêz nabîne heye. Em bawer in ku divê ev feraseta siyasî biguhere. Pratîka me ya rêveberiya herêmî ya 19 salan heye.”
 
‘Êrîş li dijî têkoşîna jinê bûn’
 
Yukselê destnîşan kir ku di navbera HDP û partiya desthilatdariyê de pevçûnek îdeolojîk heye û ev pevçûn jî ji feraseta siyaseta zîhniyeta yekparêz diqewime û wiha pê de çû: “Gel li şûna zîhniyetek yekparêz, siyasetek giştî tercîh dike. Ji sala 2014’an heta niha pergala hevserokatiyê em dimeşînin. Li dijî vê hevserokatiyê êrîşên cuda çêbûn. Bi destên qeyûman li hember hevserokatiyê êrîş pêk hatin. Ev êrîş ne tenê ji bo ku şaredarî ji destên DBP’ê bên girtin bûn. Di heman demê de li dijî têkoşîn, reng û zimanê mirovan bû. Darbeyek li dijî siyaseta jinê bû. Desthilatdarî ji siyaseta jinê tirsiya.”
 
‘Bi qasî riya jinê dirêj e rengîne jî’
 
Yukselê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku qada herî bi bandor ya li dijî komkujiyên jinan û şîdeta nav malê qada jiyanê ye û di vê mijarê de modela hevserokatiyê cudahiyek mezin e. Yukselê wiha dawî lê anî: “Li dijî êrîşan divê jin berxwedanek topyekun bimeşînin. Qeyûm tayînî şaredariya Akdenîzê ya ez lê hevşaredar bûm kirin. Divê jin li dijî vê çi bikin? Divê berxwedanek topyekun bimeşînin. Bi qasî riya jinê dirêj e, rengîne jî.”