Namzetên HDP'ê Leyla Guven slav kirin

  • 15:29 24 Çile 2019
  • Ramyarî
AMED – HDP'ê namzetên hevşaredaran bi civîna çapemeniyê dan naskirin. Di civîna danasîna namzetên hevşaredaran de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan got: “Teqez kesên li ber xwe didin dê bi ser bikevevin. Teqez emê bi ser bikevin." Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî jî bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û wiha got: “Yên ruhê demê nexwînin dê biçin nava sergo. Yên li dijî herikîna avê li ber xwe didin, dê biçin di zinar werbibin. îtîfaqa AKP-MHP'ê jî dê di 31'ê Adarê de biçin nava sergoyê dîrokê. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), namzetên Hevşaredarên bajar û navçeyan ên Hilbijartina 31'e Adarê li salona Konferansê ya Ayaz Elegance ya Peyasa Amedê bi civînekê dan naskirin. Polîsan duh bi ser salonê de girtibû û pankart û dowîzên li salonê kom kiribûn. Îro jî polîsan beriya civînê salon dorpêç kiribûn. Lê dîsa ligel namzetan girseyek mezin tev li civîne bûn. HDP’ê li ketina salonê bi zaravayên kurdî û 4 zimanan “Ya Me Ye” “Hûn bi xêr hatin" nivisand. Li salonê jî pankartên “Roja yewîtî yê ma yo", “Afrîn axa kurdan e warê gelan e ya me ye", “Ma nêdanî ma do bîgî yê ma yo", “Li dijî tecrîdê azadî ya me ye", “Li dijî gaspê îrade ya me ye", “Berxwedana zindana ya me ye", “Serkeftina jinê ya me ye",  “Tenê nabe bi hev re, rêveberî ya me ye", “Azadiya jinê azadiya civakê ye, ya me ye”, “Dest bidin hev, welatê arî ya me ye", “Cinî vanî hînî bes o azadî yê ma yo", “Li dijî dîktatoriyê demokrasî ya me ye" û “Em nadin em ê bistînin şaredarî ya me ye nivisandin û daliqandin. Li her kuçeyê salonê afîş, dowîz û labîbopê danezanên HDP'ê yên hilbijartinê zeliqandin. 
  
Di civînê de Hevserokên HDP'ê Pervin Buldan û Sezai Temellî, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, Hevserokê SYKP'ê Cavit Ugur, Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Ozgur Oran, Hevberdevka HDK'ê Gülistan Kiliç Koçyigit, Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, Namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Figen Altindag, Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir, Wekîla Koma HDP'ê Fatma Kurtulan û Ayhan Bilgen û Wekilên HDP’ê Hevserokên Mala Gel Dilşat Aktaş û Nuri Gunay, Serokê KDP-Tirkiye Mehmet Emin Kardaş, Serokê Gieştî yê PDK–Bakur Sertaç Bucak, Endama Meclîsa Partiya Komînîst a Kurdistanê (KKP) Emel Çiftyurek, Serokê partiya Azadî û Mirov Ahmet Kaya û li ser navê DDKD'ê Halim Îpek, Dayikên Aştiyê Hevserokê Gişti yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik û nûnerên saziyên civakî amade bûn. 
 
Hevşaredarên qeyûm tayînî şûna wan kir yên DBP'î jî hatin salonê amade bûn. Namzetên hevşaredariyan ên jin, bi piranî bi cilên xwe yên gelêrî tev li civînê bûn. Dema Hevserokên Gişti yên HDP’ê ketin salonê girtê bi tilîlî û çepikan ew pêşwazî kirin. Civinê bi rêzgirtinê dest pê kir. 
  
Piştî rêzgirtinê girsê bi yek dengî ji bo piştevaniya çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 78 rojin di grevê de ye, dirûşmeya "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin û li çepikan dan. 
 
Di civînê de xebatên rêveberiyên hilbijartina demokratîk yên ji 1978’an heta 2014'an dan pêşandan. Di sînevîzyonan de cerebeyên şaredariyê yên ji HEP'ê heta DBP’ê yên tevgera siyaseta kurd vegotin. 
 
Di civînê de serokê Giştî yê KKP'ê Sinan Çiftyurek ji ber tev li civine nebû peyama nivîskî şand û silavên xwe şand. Çiftyurek, diyar kir ku ew bawer dikin ku dê bi hevre bi ser bikevin û wiha got: "Ez bawer dikim ku dê îtîfaqa me bi ser bikeve û em jî dê bi ser bikevin." 
  
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan jî girse silav kir û wiha got: "Rêzdar Leyla Guven 78 rojin li dijî tecrîdkirina Birêz Ocalan di greva birçibûnê de ye. Berxwedana Rêzdar Leyla Guven didome. Ez ji vir wê silav dikim. Ji bo wekhevî, edalet û azadiya siberojê 78 rojin li ber xwe dide û bedena xwe daye ber birçîbûnê. Ez hemû kesên ketine grevê bi hurmetî silav dikim. Birêz Sebahat Tuncel, Selma Irmak, Aysel Tugluk û yên li Hewlêr, Strasburg û hemû rêhevalên di çalikyên grevê de silav dikim. Ala ku Leyla Guven bilind kiriye ala me tevan e. Daxwazên wê daxwazên me tevan e. Soza wê soza me tevan e. Kesên li ber xwe didin dê bi ser bikevin. Teqez em dê bi ser bikevin."
Pervin, hemû hilbijêrên li girtîgehan li ber xwe didin jî silav û got: "Ev namzet, namzetên gel in." 
 
Pervin, destnîşan kir ku gelê kurd destûr nade xezpkirina mafan û wiha bi dawî kir: "Gelê me dê li vîn, nasname û dengê xwe xwedî derkeve. Wekî 7'ê Heziranê, 1'ê Mijdarê û 24'ê Tirmehê dê dîsa hemû lîstikan pûç bike. Îtîfaqa me bi partiyên Kurdistanî re çê kir gelek girîng û watedar e. Em ji îro û şûnde namzetên xwe emanetî gel dikin. Gelê kurd dê bi ser bikeve. Jin ciwan û her kes dê bi ser bikeve."
  
Hevsrokê Gişti yê HDP'ê Sezaî Temellî jî girseya li salonê silav kir û wiha got: "Rêzdar Leyla Guven ji bo aştî, demokrasî, edalet û azadî bê vî welatî ketiye greva birçîbûnê. Leyla Guven  ji bo tecrîdkirina Birêz Ocalan  bi dawî bibe 78 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Em li hemberî vê berxwedana wê ya mînaka wê tune bi rêzdarî û hurmetî bejna xwe ditewînin. Em ji vir hezkirin û silavên xwe ji Leyla Guven re dişînin. Leyla Guven  mafdar e. Divê tecrîd bi dawî bibe. Tecrîda mutlak a li Îmraliyê tecrîda li ser aştiya Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Ev tecrîda mutlak li dijî derfetên aştiyê yên Tirkiye û Rojhilata NAvîn e. Îktîdara Zalim ji bo koltixa xwe winda neke di şer û tecrîdê de israr dike. Dixwazin gelê kurd, tirk, ereb û suryan têxin nava hev û bi hev bidin şerkirin. Ji bo vê yekê dengê birêz Ocalan qut dikin. Ji ber vê yekê divê em her kêlî berxwedana Leyla Guven di hişê xwe de zindî bikin û li berxwedana wê xwedî derkevin. Gelê Kurd roja 31'ê Adarê wekî roja referandumê digirin dest. Ew roja hesabpirsîna qeyûman e. Wê rojê hesabpirpîrsîna AKP-MHP'ê ye." 
 
Sezai jî bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û wiha got: “Yên ruhê demê nexwînin dê biçin nava sergo. Yên li dijî herikîna avê li ber xwe didin, dê biçin di zinar werbibin. îtîfaqa AKP-MHP'ê jî dê di 31'ê Adarê de biçin nava sergoyê dîrokê. Em de di vê hilbijartinê de hemû tişta aydî me dîsa paşve bistînin. Em dê rêveberiyê ji destê qeyûmê derxin û têxin destê gel. Em ê her tiştî paşve bistînin. Em av in, çem û rûbar in, dar û ber, çiya, kolan, peyarê, qerîn, newa, jin, ciwan û hemû perçeyên jiyanê ne. Em li dijî xezpkirina vînê, talan, wêrankirin, bênasnameyê, nelirêtiyê, înkar û îmhayê, pişaftina ziman û çandê tekoşîna demokrasiyê didin. Em dê mafê ked, doz, bawerî, rûmet, hurer, gund, baxçe, bazar, bi evînek mezin biparêzin. Em dê parastina Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava berdewam bikin. Ji ber vê yekê em dibejin YA ME YE. Em bi gotina YA ME YE dikevin rê. Li dijî zilmê berxwedan YA ME YE, li dijî şer aştî YA ME YE, bajar YA ME YE, pêşeroj YA ME YE, azadî YA ME YE… Em dê tecrîdê bişkînin." 
 
Piştre sinevîszyona berxewdana girtiyan a sala 2012'an û 2016'an a li diji tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  hat peşandan. 
 
Piştî sînevîzyonê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî yek bi yek bi hemû namzetan re wêne kişand û namzet dan naskirin.