‘Ji bo mêvanxana tune 530 hilbijêr hat qeydkirin’

  • 09:32 24 Çile 2019
  • Ramyarî
ŞIRNEX - Ji hilbijartinên herêmî re demek kurt ma û nelêrêtiyên cuda dertên holê. Li Şirnexê îtîrazî bi hezaran hilbijêrî hat kirin û derket holê ku li bajaroka Başverîmlî li ‘mêvanxaneya tune ye’ 530 hilbijêr hatine nîşandan û îtîraza ji bo vê hatibû kirin jî ji aliyê lijneya Hilbijartinê a navçeyê ve hat redkirin.
 
Ji hilbijartinên herêmî re demek kurt ma û lîsteyên hilbijêran jî hatin daliqandin. Li Şirnexê bi hezaran ‘hilbijêrên xeyalî’ derketin holê. Îtîrazên ji bo vê hatin kirin jî hatin redkirin.
 
Mêvanxaneya xeyalî!
 
Li Sîlopiyê jî bi piranî îtîrazên hatin kirin, hatin redkirin. Li bajaroka Başverîmlî derket holê ku li ‘mêvanxaneyek xeyalî ya tune ye’  503 kes hatiye qeydkirin. HDP’ê der barê mijarê de îtîraz kir û navê leşkerên li navnîşanê dan Lijneya Hilbijartinê ya navçeyê. Lê Lijneyê îtîraz red kir. Piştî îtîrazê HDP’ê diyar kir ku wê bi daxwaznameyek nû serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê bidin.
 
Îtîrazên hilbijêran yên bajarokê wihane:
 
*Li Şirnexê ji bo 3 hezar û 580 hilbijêrî hat îtîrazakirin. Ji van tenê qeyda 238 kesî hat betalkirin.
 
*Li bajaroka Kasrîkê jî îtîrazê 11 hilbijêrî hat kirin.
 
*Li Qilabanê ji bo betalkirina qeyda ji hezarî zêdetir kesî serlêdan hat kirin. Ji van qeyda 81 kesî hat betalkirin.
 
*Li Sêgirtkê ya Qilabanê qeyda 139 kesên hatibûn barkirin hat cemidandin.
 
*Li bajaroka Hîlal a Qilabanê ku qeyda 205 hilbijêrî hatibû kirin tenê ya 69 kesan hat qebûlkirin.
 
*Li Elkê ji bo 927 hilbijêrî îtîraz hat kirin. Serokatiya lijneya hilbijartinê ya navçeyê got 179 kes navnîşan guhertiye û biryara betalkirin qeyda 121 kesî da.
 
* Li Deşta Darê ya Hezexê ji bo 72 kesî îtîraz hat kirin û ya 12 heban hat qebûlkirin.
 
* Li Basanê jî îtîrazê 638 hilbijêran hat kirin lê ya 15 heban tenê hat cemidandin.
*Li bajaroka Gorumlu jî 212 jê leşker îtîrazê 277 kesî hat kirin. Ji van qeyda 37 kesî hat rawestandin.
 
*Li bajaroka Başverîmlî ya Sîlopiyê îtîrazê qeyda 778 kesî hat kirin ji van qeyda 33 kesî hat beltalkirin.