Namzeta HDP'ê ya Geverê: Di 31'ê Adarê de dê vîna gel bi ser keve

  • 09:05 24 Çile 2019
  • Ramyarî
Zeynep Durgut
 
COLEMÊRG - Namzeta HDP’ê  ya Geverê  Remziye Yaşar ji ber polîtikayên qirkirin, koçberkirin û cerdevaniyê bi malbata xwe re berî bi salan ji Geverê koç dikin û li Colemêrgê bi cih dibin. Ya ku  Remziyeyê diyar kir ku  şaredariyê ku hatine desteserkirin ew ê bi vîna gel ji qeyyûman bistînin û got ku 31’ê Adarê bi pêşengiya jinan dê vîna gel serbikeve. 
 
Piştî ku ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ve roja hilbijartinê hat aşkerekirin ji aliyê partiyan ve jî li  gelek bajêr û navçeyan nazmetên hevşaredar  hatine aşkerekirin. Ji yek ji van partiyên ku namzedên xwe aşkera kirin jî  Partiya Demokratîk a Gelan e (HDP) ye. Piştî aşkerakirina namzedan li Herêma ku hemû şaredariyên DBP'ê ji aliyê îktîdarê ve bi qeyûmên hatin desteserkirin bala her kesî li namzedên HDP'ê yên ku hatine aşkerakirin e û di 31 Adarê de wê li dijî van qeyûman bersivek çawa bê dayîn e. Ji van namzedên ku bala her kesî li wane yek jê jî namzeda Hevşaredariyê ya HDP'ê ya Gevera Colemêrgê Remziye Yaşar e.  
 
‘Piştî ku dayika min hat girtin min têkoşîn nas kir’
 
Namzeta HDP’ê ya Geverê  Remziye Yaşar, di temenê biçûk de  ji ber polîtikayên koçberkirin û qirkirinê di sala 1985’de bi malbata xwe re ji gundê xwe koçber bûne. Remziye diyar dike ku piştî koçî Colemêrgê dibin di temenê wê yê biçûk de dayika wê tê girtin û piştî ku dayika wê tê girtin ew têkoşînê nas dike. Remziye wiha bahsa xwe dike:  ” Ez di sala 1984’de li gundê herêma Oremarê Zerenê ji  dayîk bûm. Di wan salen de ji ber polîtikayên qirkirin, koçberkirin û cerdevaniyê me ji gund nû koçî bajêr kiribû. Ji ber ku malbata min welatparêz bû, her tim di hedefê de bû. Piştî ku em koçberî bajêr bûn, di salên 90’î de dayika min hat girtin. Piştî ku dayika min hat girtin min htêkoşîn nas kir û di serê min de pirsên wekî  ez kî me,çi me û nasnameya min çima tune ye? bi min re çêbûn. Di sala 2006’an de di dema DTP’ê de  min di rêxistina  baskê ciwan û yê jinan de cih girt û ez di sala 2011’an de di operasyonên KCK’ê de hatim girtin û 2 salan di girtîgehê de mam. Piştî ku ez hatim berdan min di TUHAD-DER Û ÎHD’ê de cih girt. Di sala 2016’an de dîsa hatim girtin. Bêgûman girtinan pêşiya têkoşîna min  negirt. Niha ez namzeta HDP’ê me. Armanca min ew e ku em bi hêzeke xurt bi pêşengiya jinan ji gel re xîzmetê bikin.” 
 
‘Dê 31’ê adarê dê dê vîna gel bi ser keve’
 
Remziyeyê  da zanîn ku armanca wan ew e ku bajêr ji polîtika û qeyyûm rizgar bikin û got ku 31’ê adarê dê vîna gel bi ser keve û wiha axivî:” Di 31’ê Adarê de gel dê dengê xwe bi kar bîne. Di 31’ê Adarê de gel dê demokrasiyê hilbijêre. Gelê me hertim li vîna xwe xwedî derketiye û dê dîsa xwedî derkeve. Bi desteserkirina şaredariyan re vîna gel hat desteserkirin. Gel di vê pêvajoyê de qeyyûm jî û polîtikayên qeyyûm jî baş nas kirin. Bi salane gelê kurd tedikoşe. Em bawer dikîn ku gel dê bi vîn û hêzeke mezin şaredariyên xwe ji nû de bi dest bixwe. Dê 31’ê adarê dê vîna gel bi ser keve. Em ê bi gelê xwe re şaredariyên xwe ji qeyyûman paqij bikîn.” 
 
‘Em ê piştî 31’ê Adarê ala demokrasiyê bilind bikîn’
 
Remziye di dawiya axaftina xwe de  anî ziman ku ew ê bi nêrîn û zanista jinan şaredariyan ji nû ve ava bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî:” Armanca me ew e ku li  gel bidestxistina şaredariyan em di şaredariyan de nêrîn û zanista jinan biafirînîn.  Em dê 31’ê Adarê de bi pêşengiya jinan şaredariyên xwe ji nû de bi dest bixin û ala demokrasiyê bi vê serkeftinê bilind bikîn.”