'Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe'

  • 13:35 23 Çile 2019
  • Ramyarî
AMED - Ji aliyê Navenda Giştî ya DBP'ê ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven, Sebahat Tuncel û 300 girtiyên din ên di greva birçîbûnê de DBP'ê daxuyanî da. 
 
Ji aliyê Navenda Giştî ya DBP'ê ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven, Sebahat Tuncel û 300 girtiyên din ên di greva birçîbûnê de DBP'ê li avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê da. Daxuyanî ji aliyê Endama PM'a DBP'ê Halide Turkoglu hat xwendin.  
 
'Civakê dixin nava kaosê'
 
Halideyê wiha got:"Tifaqa faşist a AKP-MHP'ê mudaxaleyî jiyana gelan dike. Polîtikayên şer ên eşkera li dijî Kurdan dixe meriyetê. Civakê dixin nava kaosê. Li Hewlêrê endamê HDP'ê Nasir Yagiz jî di gireva birçîbûnê de ye. Sebahat Tuncel û Selma Irmak jî ev 9 roj in di greva birçîbûnê de ye. Divê hikumet berpirsiyariya xwe bi cih bîne.Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe."
 
Piştî daxuyanyê endamên DBP'ê çûn PTT'ê û qertpostal şandin ji girtiyan.