‘Ev şoreşek rasteqîn e’

  • 09:05 23 Çile 2019
  • Ramyarî
Hîkmet Tunç
 
WAN - Şengul Polat a li Elbaq a Wanê demek dirêj di nava xebatên jinan de cih girt û heta bi dizî diçû tevlî xebatan dibû niha namzeta hevşaredariya navçeyê ye. Şengulê balkişand ser rewşa feodal a navçeyê û asta îro ku tevgera siyasî ya Kurd lê ye wek ‘ji bo jinên Elbaqê şoreşek rasteqîn e’ nirxand.
 
Namzetên hevşaredariya HDP’ê ya Elbaq a Wanê Şengul Polat û Erkan Acar e. Hedefa Şengulê ev e ku her tiştên der barê qeyûm de ji navçeyê paqij bike.
 
‘Ez bi dizî diçûm şaredariyê’
 
Şengulê li Elbaqê hatiye dinê, zewicî ye û dayika 5 zarokan e. Ev 10 sal in di nava siyaseta Kurd de çalak dixebite. Bi taybet jî girîngî da xebatên jinan. Şengulê wiha dibêje: “Li navçeya me jin û mêr nikarin ligel hev ser sifrê rûnên. Dema ez di xebatên partî û jinan de bûm, mala min 20 deqeyan ji şaredariyê dûr bû. Lê ji bo kes min nebîne ez saetekê rê dimeşiyam. Ez di kolanên dawî de diçûm. Min digot bila kes min nebîne.”
 
Şengul bi lêv kir ku di temenê biçûkatiyê de hatiye zewicandin û ev tişt vegot: “Berpirsyariyên min di zarokatiyê de zêde bûn. Ez 15 salî bi kesekî ji xwe mezintir re hatim zewicandin. Ez hîna zarok bûm, bûm dayik. Piştî zewacê jiyan giran bû. Ji ber mirov li malek din bi kesekî din re neçar dimînin bijîn. Tiştên ez jiyam, ji bo min wateya wê tune bû. Pergalê her tim ji me xwest em bibin dayik, xwişk. Mirov dibin her tişt lê mirov nabin xwe. Di dema herî zehmet de min tevgera Kurd nas kir. Ez hestên jiyanê di xebatê de ji hevalên xwe hîn bûm.”
 
‘Ji bo Elbaqê şoreşek rasteqîn e’
 
Şengulê bi lêv kir ku li Elbaqê di nav salan de bi têkoşîna jinê gelek tişt guheriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di jiyanê de jin û mêr wekhev in. Jin neyên naskirin, nîvê jiyanê nayê naskirin. Li navçeya min jin nikaribûn bikevin şaredariyan. Li ser heman sifreyê rûnediniştin. Lê bi HDP’ê guhertin pêk hat. Li navçeyê ji bo jinan guhertin pêk hat.”
 
Şengulê her wiha bal kişand ser projeyên xwe û wiha got: “Li hember jinê şîdet pir tê jiyîn. Jin her tim ji qada jiyanê tên derxistin. Ez jî wek kesek ji vê navçeyê pir cuda hatim dîtin. Ji ber vê bi projeyên jinan hedefên min ên mezin hene. Hewldana min a herî mezin pêşî li zewaca zarokan bê girtin e. Derbarê vê de wê perwerdeyê me hebin. Hedefa min ev e ku bi jinan re projeyên xwe bikim meriyetê. Hedefa min a sereke ev e, em qeyûm ji naçeyê derxin.”