Leyla ya ku qeyûm ew ji kar avêt, ji HDP’ê namzet e

  • 09:13 22 Çile 2019
  • Ramyarî
Hîkmet Tunç
 
WAN - Leyla Atsak ya ku qeyûm dawî li peywira wê ya li Midûriyeta Polîtîkayên Jinan anî niha ji HDP’ê namzeta hevşaredariyê ye. Leylayê diyar kir ku ew li dijî qeyûman bi projeyên jinan ji bo hilbijartinan amade ne.
 
HDP bi namzetên xwe ji bo hilbijartinên herêmî daket qadan. Li Wanê di çarçoveya OHAL’ê ji bo 12 şaredariyan DBP’ê qeyûm hat tayinkirin. Yek ji van şaredariyan jî şaredariya Ebexa Wanê bû. Leyla Atsak ya di Midûriyeta Polîtîkayên Jinan de dixebitî jî ji aliyê qeyûm ve ji kar hat avêtin û Leyla niha ji HDP’ê bûye namzeta hevşaredartiyê.
 
Di salên zanîngehê de siyaseta kurd nas kir
 
Leyla li gundê Yuvacik ê Ebexê tê dinê û dê û bavê wê di dîrokê cuda de bi hinceta tevlî bernameyan bûne hatin girtin. Leyla wiha dibêje: “Ez hem bê dê û hem bê bav mam. Lê ez bi wan ser bilind bûm. Min di salên zanîngehê de siyaseta kurd nas kir. Ez di malbatek welatparêz de mezin bûm. Baweriya min ya siyasî bi evqasî sînor bû.”
 
‘Nîqaşên me pêşî vekir’
 
Leyla ji beşa civaknasiyê ji Zanîngeha Yuzuncu Yil mezûn bûye û diyar dike ku piştî Komeleya Xwendekarên Yuzuncuyil (YODER) nas dike şûnde di têkoşînê de cih digire û wiha got: “Min di zanîngehê de xwe nas kir. Ez bi ciwanan re bûm. Wan rê da ber min. Min jî piştgirî da wan. Salên zanîngehê ji bo min girîng bû. Hevalên hemû bi nirxin. Piştî dibistanê ez li şaredariya Ebexê xebitîm. Min li Midûriyeta Polîtîkayên Jinan mezê kir. Xebatên me di bin sê sernavan de yên wekê aborî, civaknasî û perwerdê de dihatin meşandin. Me 3 hevalan xebat dimeşand.”
 
‘Me 100 jin tevlî xebatan kir’
 
Leylayê bi lêv kir ku li navçeyê der barê jinan de ji bo qada îstîhdamê bê afirandin û hilberîn bê kirin wan gelek xebat meşand û wiha got: “Ji bo jin di jiyanê de rola aktîf bilîzin me xebat meşand. Li taxan me perwerde da jinan. Der barê tenduristiyê de me semîner dan jinan. Me nêzî 100 jinên ku ne xebatkarên şaredariyê bûn tevlî xebatan kir."
 
‘Ji bo min serbilindiye’
 
Leylayê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Piştî qeyûman hemû xebatên jinan hatin sekinandin. Tabelaya Midûriyeta Polîtîkayên Jinan daxistin. Xebatên me kirin xebatên xwe. Gelek kes ji kar avêtin. Dawî li karê min jî anîn. Lê ez niha namzeta şaredariyê me. Ev ji bo min serbilinde. Di 31’ê Adarê de hedefên me mezinin. Pergala me berovajî pergala qeyûm e. Em îradeya gel in. Em bi projeyên xwe yên jinan ji bo hilbijartinan amade ne.”