'Projeya me ya herî mezin şandina qeyûman e'

  • 09:04 20 Çile 2019
  • Ramyarî
WAN - Namzeta Hevşaredariya Payîzava ya Wanê Rojbîn Akdag diyar kir ku di encama konsepta şer a di salên 90’î de ketiye dewrê neçar mane koç bikin û diyar kir ku tevlîbûna xebatên siyasî ji bo wê gelek girîng bûye û got: “Gelek karê me yê em bikin hene. Projeya me ya herî mezin şandina qeyûman e.”
 
Ji hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê de pêk bê re demek kurt ma. Hedefa namzetên HDP’ê ev e ku qeyûman bişînin. Namzetên HDP’ê yên Payîzava ya Wanê Rojbîn Akdag û Kemal Guler e.
 
Rojbîn li gundê Dîm a Payîzava hat dinê û di salên 90’î de ji ber zextên cerdevan û şewitandina gundan neçar man koç bikin. Malbata Rojbînê li taxa Sixkê ya Wanê bicih bûn. Rojbîn a piştî koçberiyê ket nav lêgerînê, tevlî xebatên siyasî yên partiya DTP’ê bû. Rojbînê wiha got: “Malbata min mexdurên koçberiyê ne. Me hemû sewal û axa xwe berda û em li taxek nû bicih bûn. Me demek zehmet derbas kir. Ji ber ku kesî cerdevanî qebûl nekir gund hat şewitandin. Ez piştre tevlî xebatên jinan a Şaredariya Sixkê bûm. 7 salan min di nava xebatên jinan de cih girt. Ez di xebatên Koperatîfa Jinan a KOOP-BÎKAD mam. Niha jî ji HDP’ê namzeta Payîzvayê me.”
 
‘Piştî qeyûm gelek karê me heye’
 
Rojbînê di berdewamiyê de bi lêv kir ku her tim di siyasetê de çalak cih girtiye û yekem car wek nûner diçe navçeyê û wiha pê de çû: “Li navçeya ez namzet im, berê di destên DBP’ê de bû. Lê qeyûman şaredarî xesp kirin. Hevalên me kedek mezin dan lê piştî qeyûman jin şandin malên wan. Gelek karê me yê em bikin hene.”
 
Rojbînê wiha dawî li axaftina xwe anî: “HDP’ê mafê meşandina siyasetê ya çalak daye jinê. Min gelek xebat meşandin. Lê tu qad bi qasî qada jinan ne zehmet e. Naskirina siyaseta Kurd ji bo min pir girîng bû. Ez di nav lêgerînek mezin de bûm. Hîna jî wisa me. Em bi hev re xurt in. Ez bang li jinan dikim, divê jin li dora siyaseta HDP’ê ji bo rizgariya xwe bibin xelek. Projeya me ya herî mezin ev e ku em qeyûman ji axa xwe derbixin.”