Zeynep Demîr ya DBP’î: Li Farqînê nifûsa biyanî zêde bûye

  • 09:01 19 Çile 2019
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
AMED- Zeynep Demîr ya DBP’î diyar kir ku piştî qeyûm tayînê şaredariya Farqînê bûye şûnde pisgisrêkên mezin dijîn û di 3 salên dawîn de nifûsa biyanî li navçeyê zêde bûye, îstîsmar û bikaranîna hişbirê jî zêde bûye. Zeynebê di berdewamiyê de  bi lêv kir ku li Farqînê polîtîkayên asîmîlasyonê tên meşandin û divê li dijî vê alternatîf bên pêşxistin û ji vê saetê şûnde AKP nikare şaredariyê jî bigire.
 
Ji 102 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 95 şaredariyên wê qeyûm lê hatin tayînkirin û yek ji van jî şaredariya Farqînê bû. Di çarçoveya OHAL’ê de bi KHK’yên hatin derxistin, qeyûm hatin tayînkirin û bi hatina qeyûman re destkeftiyên jinan hedef hatin girtin. Li Farqînê jî pirsgirêkên şîdet, îstîsmara zayendî zêde bûn. Navenda Jinan a Meya ya şaredariya Farqînê jî xebatên wê hat sekinandin. Qeyûm navê Navenda Jinan a Meya wek ‘Navenda Piştgiriya Malbatê ya Meya’ guhert.
 
Li dijî van pêkanînan bertek tê nîşandan û piştî demekê hemû xebatên navedê hatin sekinandin û deriyê wê hat girtin. Hat diyar kirin ku bi girtina saziyê re li navçeyê bikaranîna hişbir û îstîsmara zayendî zêde bûye.
 
‘Pirsgirêkên mezin derketin holê’
 
Rêvebera DBP’a Farqînê Zeynep Demîr bi lêv kir ku pirsgirêkên mezin li navçeyê tên jiyîn û wiha got: “Em li welatekî ku mafên jin û zarokan tên binpêkirin, dijîn. Dema welat wisa be bêguman navça me jî wisa ye. Piştî qeyûm hat rewş zêdetir giran bû. Bêguman em hel didin pêşî lê bigirin lê tiştên em dikin têr nakin. Dema şaredarî di destê me de em diçûn serdana malbatan, me ji bo ciwanan bername pêk dianîn. Lê piştî Navenda Jinan a Meya hat girtin her tişt guherî.”
 
‘Ev 3 sale nifûsa biyanî zêde bû’
 
Zeynebê bi lêv kir ku li Farqînê bi giştî gel hev nas dikin û ev tişt anî ziman: “Di 3 salên dawî de li Farqînê nifûsa biyanî zêde bû. Bi taybet polîs li navçeyê hatine bicihkirin. Ev polîs bi taybet ji bo jinên ciwan bixînin hatine bicihkirin. Ligel vê bikaranîna hişbirê ji zêde bûye. Bi salan e li ser Kurdan polîtîkayên asîmîlasyonê hene. Divê em li dijî van polîtîkayan alternatîfa xwe biafirînin.”
 
‘Farqîn hat dagirkirin’
 
Zeynebê destnîşan kir ku Navenda Jinan a Meya li dijî bikaranîna hişbirê têkoşîn daye û li dijî şîdetê jî piştgirî daye jinan, di bûyerên êrîşa zayendî de piştgiriya parêzer û psîkolog hatiye dayîn. Zeynebê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha şansê me yê em vê bikin tune ye. Ji ber qadek me ya fermî ya em xebatan bimeşînin nema. Em hîna nikarin bikevin kolanên ku qedexe lê hatibû îlankirin. Di kolanan de wesayîtên zirxî derbas dibin. Jin bi rehetî nikarin li ber deriyê xwe runin. Zexta psîkolojîk tê kirin. Farqîn nehat bidestxistin, hatiye dagirkirin. Ji esnafan bacên zêde tên girtin. Gelek ximzetên divê şardarî bidin, bi pere didin. Polîs li kolanê ji zarokên 7-10 salî pirsa ‘Tu tirkî an terorîsît’ dipirsin. Bi derûniya zarokan dilîzin.”
 
‘AKP nikare li Farqînê şaredariyê bigire’
 
Zeynebê di dawiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Di hilbijartinan de wê gel hesabê hemû tiştî bipirse.Ligel rojeva hilbijartinê divê em ji bo pêşxistina riyê çareseriyê alternatîfan bifikirin. Em dikarin ciwanên xwe çawa ji hişbirê dur bigirin, em dikarin jinên ciwan çawa bikin xwedî hişmend. Em dikarin çawa li hember îstîsmarê bisekinin. Divê em li hemberî van alternatîfan biafirînin. Ji vê saetê şûnde AKP nikare li Farqînê biser bikeve.”