Fîlîz a şahidiya şer û koçberiya li Sûrê kir niha namzeta Sûrê ye

  • 09:08 18 Çile 2019
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
AMED - Fîlîz Buluttekîn a di encama polîtîkayên koçberiyê yên dewletê de li Amedê bicih bû di 2016’an de ji ber pevçûn û qedexeyan dîsa koç kir û niha namzeta hevşaredariya Sûrê ye. Fîlîzê got di demên dawî de çand û dîroka Sûrê hedef hatiye girtin.
 
Namzetên hevşaredariya HDP’ê ya Sûrê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Odemîr in. Fîlîz di 1969’an de li Pasûrê tê dinê, dibistana amadekariyê qedandiye û dayika 3 zarokan e. Di salên 90’î de ji ber şewitandina gundan koçî Amedê dikin û li vir di gelek xebatên jin û zarokan de cih digire. Fîlîz di saziyên civaka sivîl û Akademiya jinan de jî cih girt. 
 
Fîlîz ku li Sûrê di gelek xebat û projeyan de cih girt, hevserokatiya HDP’a Amedê kir. Di vê navberê de bû namzet jî. Fîlîzê diyar kir ku kesên dixwazin tiştekî bikin divê biçin HDP’ê û got wê her tim xwe di nava têkoşînê de dîtiye, xwe berpirsyar dîtiye.
 
'Polîtîkayên tunekirina çandê esas hatin girtin'
 
Fîlîzê di berdewamiyê de destnîşan kir ku qeyûman xebatên jinan hedef girtine û di van êrîşan de hemû saziyên jinan hatine girtin û wiha pê de çû: “AKP di hemû polîtîkayên xwe yên qirêj de olê bi kar tîne. Hewl da polîtîkayên xwe bi bandor bikin. Zîhniyeta yekparêz xistin dewrê. Hewl dan jinan hepsê malê bikin. Qeyûm hewl da Sûrê bike beton. Polîtîkayên tunekirina çandî esas girt.”
 
‘Em ê bi gel re bixebitin’
 
Fîlîzê ev tişt daxuyand: “Em ê şaredariyek ekolojîk û azadiya jinê esas bigirin. Em ê mijarên hewce esas bigirin. Li Sûrê gelek gund hene. Em ê têkiliya di navbera gund û bajaran de pêk bînin û xebatan bimeşînin.Niha şaredarî ji gel re hatine girtin û qerekol hatine dorpêçkirin. Dora şaredariyan bi betonê hatine dorpêçkirin. Gel nikarin bikevin şaredariyan. Em şaredariyek ku xîtabê gel dikin difikirin. Em ê bibin şaredariyek ku bikaribe xwe bi rê ve bibe.”
 
‘Tevî zextan em ê bi ser bikevin’
 
Fîlîzê destnîşan kir ku HDP ne partiyeke ku ji gel qut e û wiha dawî lê anî: “Di xebatên me meşandin de jinan daxwaza saziyên xwe kirin. Me ev esas girtin û em ê cih vebikin. Her wiha ji bo pirsgirêka wê saziyên taxê hebin.”