Bi nêzîkbûna hilbijartinê re li Colemêrgê lîstik û hîleyan dest pê kir!

  • 09:03 17 Çile 2019
  • Ramyarî
Zeynep Durgut
 
COLEMÊRG - Piştî ku dîroka hilbijartinên herêmî diyar bû û şûnde, lîstik û hîleyên îktîdarê jî ketin dewrê. Li Colemêrgê di hejmara hilbijêran de zêdebûn heye û her wiha li navçeya Çelê jî hejmara hilbijêrên çawîşên pîspor, hejmara hilbijêrên xwecihî derbas kir. 
 
Ji roja aşkerakirina dîroka hilbijartinên herêmî diyar bû şûnde her roj nelirêtî, lîstik û hîleyên li dijî pîvanên hilbijartinê yên îktîdarê jî xwe didin der. Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK)  ji bo hilbijartinên dîrok 31'ê nîşan da. Piştî ku lîsteyên hilbijêran hatin daliqandin şûnde nelirêtiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin jî xwe dan der û li her deverek bakûrê Kurdîstanê di  hejmara hilbijêran de zêdebûneke mezin aşkere heye. Li Colemêrgê di meha hezîranê de di hilbijartinên giştî de hejmara hilbijêran 48 hezar û 897'an bû û niha jî hejmar gihiştiye 52 hezar û 7507'yî. Li gorî lêkolîna ku ji aliyê DHP'ê ve hatiye kirin, li taxa Bulakê ya Colemêrgê di malekê de 108 hilbijêr xuya dikin ku ev ne pêkan e. Her wiha li navçeya Çelê jî ji hilbijêrên niştecihên navçeyê zêdetir yên beyanî ku piraniya wan çawîşên pisparin hene. Têkîldarî mijarê Hevseroka HDP’ê ya Colemêrgê Zeynep Kaya nirxandin kir. 
 
'Bila YSK daxuyaniyê bide'
 
Zeynebê diyar kir ku divê hilbijartin bi awayekî demokratîk û zelal pêk bê û got ku ew ê di hejmara hilbijêran de zêdebûnê qebûl nekin û wiha axivî;” Hejmara hilbijêrên di hilbijartina hezîranê û ya niha heman nînin. Niha hejmar pir zêde bû ye. Li navçeyan û gundan ev zêdebûn gihiştiye asta herî  jor. Ji bo ku ev hilbijartin bi awayêkî demokratîk û zelal pêk bê, divê YSK têkîldarî zêdebûna hejmara hilbijêran daxuayaniyekê bide. Li gorî lêkolînên me di Ordueviyê de (mala artêşê) 1hezar û108 hilbijêr xuya dikin. Ev tişt nayê qebûl kirin. Meha hezîran û adarê ewqas dîrokeke ji hev dûr nîne. Ji zêdebûnê zêdetir divê kêmbûyin hebû ya. Ji ber ku xwendekar tev çûn û her wiha li navendê koçberîyeke mezin heye. Em vî tiştî qebûl nakin.” 
 
’Di 31'ê Adarê de xwedî li dengê xwe û sindoqên derkevin’
 
Zeynebê di berdewamiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku di 31’ê Adarê de xwedî li sindoq û dengên xwe  derbikevin û wiha dom kir:” Em ê têkîldarî mijarê serlêdanê li YSK’yê bikîn. Ez bang li hemû jinan, ciwanan û gele Colemêrgê dikim ku di 31’ê Adarê de xwedî li dengê xwe û sindoqên xwe derbikevin.” 
 
Li Çelê tenê li malekê sêsed û 80 hilbijêr hene'
 
Namzetê HDP’ê yê şaredariya Çelê Ebubekîr Kanar jî diyar kir ku li gorî lêkolînên ku wan dane meşandin, ji hilbijêrên herêmî zêdetir, hilbijêrên biyanî hene û wiha got:” Piştî ku ji aliyê YSK’ê ve roja hilbijartinê aşkere bû, şûnde xebatên me û lêkolînên me didomin. Li gorî lêkolînên me li Çelê hejmara hilbijêrên biyanî, hejmara hilbijêrên herêmî derbas dike. Hejmara leşkerên  ku li Çelê îkamet nakin, pir zêde ye. Hejmara van leşker û pîsporan 2 qatê hilbijêrên gelê Çelê ye. Li gorî lêkolînên me dengê  4 hezar û 500 leşker û pîsporan heye. Lê hejmara gelê Çelê jî 2 hezar û 500 e. Dixwazin di vê hilbijartinê de jî bi hîleyan qezenc bikin. Li navenda Çelê di lîsteya hilbijêran de tenê li malekê sêsed û 80 hilbijêr hatine nîşanda. Li Çelê 20 sindoq dê bên danîn. Ji 20 sindoqan di 11 sindoqan de hejmara hilbijêrên biyanî ya  herêmî derbas dike. Li gorî qanûnên hilbijartinê kesên ku navnîşana wan li cihekî tunebe, ew nikarîn li wî cihî dengê xwe bi kar bînin û ev suc e. Sindoqên gundê  Aşûtê, Gêmanê, Ormanli, Çaglayan û Çayirliyê barkirine navenda Çelê. Em ê bi serlêdan a li YSK’ê bikîn vê helwestê qebûl nekin.” 
 
'Cihê hilbijêran hatiye guhertin'
 
Endamê DBP’ê Suleyman Kanat jî daxuyand ku li taxan hin hilbijêr li cihê cuda hatine nîşandan  û wiha axivî;”Piştî ku lîsteya hilbijêran hat daliqandin, me li taxan xebat dan meşandin. Li taxan hin hilbijêr li cihê xwe nehatine nîşandan. Tenê li taxa Kiranê 20 hilbijêr di fermiyatê de xuya dikin, lê di lîsteya hilbijêran de tune ne. Ev hilbijêr jî yan mirî, yan di girtîgehê de, yan jî wekî cihê xwe guhertîne hatine nîşandin. Tiştek wisa jî tune ye. Em çûn me bi wan hilbijêran re hevdîtin pêk anî. Van di hezîranê de jî dengê xwe bi kar anî ye. Lê niha li holê tune ne. Li cihên wan hin kesên din hatine nîşandan. Ev kes nemirî ne û ev kes di girtîgehê de jî nînin. Em bang li YSK’ê dikîn û dibêjin bila hilbijartin bi awayekî wekhev û demokratîk pêk bê. “