Fîgen Yuksekdag:Di pêvajoyên giran ên civakî de têkoşîna jinan girîng e

  • 09:11 15 Çile 2019
  • Ramyarî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Hevseroka Giştî ya dema berê a HDP’ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku divê êdî her kes bi rastiya tecrîdê re bê rû hev û divê hêzên serdest tecrîdê baş bixwînin û got: “Nakokiyên tund veguherî şerê îradeyê. 
Vegerîna ji vê pêvajoyê heye lê veguhertina wê tune ye. Çareseriya vî karî jî tune ye. Ji ber vê divê pêngav bên avêtin.”
 
Hevseroka HDP’ê ya dema berê Fîgen Yuksekdag ya li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 1 a Kandirayê dimîne grevên birçîbûnê û rewşa Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven nirxand.
 
Fîgenê bi lêv kir ku çalakiya Leyla Guven hişyariyek civakî ye û wiha got: “Çalakiya Leylayê veguheriye hişyariyek xurt. Ev îradeya pêşeng a polîtîk e. Di heman demê de rexneyek mezin e. Çalakiya Leyla Guven rolek dîrokî û krîtîk dilîze. Grevên birçîbûnê hatine astek krîtîk. Lê aliyek ketiye nav tevgerê. Ji vir şûnde girîng e. Ji Leyla Guven wêdetir berpirsyarî dikeve ser milê dînamîkên têkoşînê yên polîtîk û civakî. Li girtîgehan jî çalakiyên grevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Vegera ji pêvajoyê heye lê veguhertina vê tune ye. Nakokiyên tund vegerî şerê îradeyê. Divê pêngav bên avêtin.”
 
‘Jinan pêvajo guhertine’
 
Fîgenê di berdewamiyê de destnîşan kir ku pêvajo di alî jinan de û bi taybet jî di alî jinên Kurd de gelek girîng e û wiha pê de çû: “Di pêvajoyên giran ên civakî de têkoşîna jinan, berxwedana wan û tevlîbûna wan a pêvajoyê pêvajo guhertiye û girîng e. Îro jî bi pêşengiya Leyla Guven pêvajo hat destpêkirin û ev pêvajo jî wisa ye. Rola dîrokî û jiyanî ya jinan, di çalakiya Leylayê de û di çalakiyên li dora wê de şênber dibe. Grevên birçîbûnê karekterek girseyî qezenc kiriye. Ligel tevlîbûna girseyî ya girtîgehan tevgerên gel jî dest pê kirine.”
 
‘Divê her kes bi mijara tecrîdê re bên rû hev’
 
Fîgenê daxuyakirin ku berê jî bi dehan carî gotine ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan mijara sereke ya welat e û wiha berdewam kir: “Divê beriya her tiştî hêzên serdest greva birçîbûnê rast fêm bikin. Divê êdî bersivê bidin daxwaza Leyla Guven û girtiyên siyasî. Desthilatdarî li dijî pirsgirêkên Leylayê ker û lal bûne. Lê şansa wan a ku rastiyê veşêrin tune ye. Li aliyê din jî dewleta ku bersivê nade dxwaza parlamenterekê, sûcê hewldana kuştina wê jî digire ser xwe.”
 
‘Yên di grevê de dixwazin alozî bi dawî bibe’
 
Fîgenê destnîşan kir ku divê berpirsyarî bi giştî nekeve ser milê girtîgehan û got girtiyan nirxa herî mezin a xwe yanî canê xwe dane ber mirinê û ketine nava berxwedanê. Fîgenê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêguman girtiyên ketine grevê dixwazin alozî bi dawî bibe. Ji bo jin, ciwan, zarok, gelan, bawerî û kedkar bi awayekî azad bijîn canê xwe dane ber mirinê û amade ne ku bedelê bidin.”
 
Divê pêngav bên avêtin
 
Fîgenê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Greva birçîbûnê ya Leylayê hatiye asta krîtîk. Di alî desthilatdariyê de pêngavek şênber nehatiye avêtin. Divê desthilatdarî bi lez pêngavê bavêje. Grevê 60 roj li pey xwe hiştiye. Divê di esasa daxwazan de pêngav bên avêtin. Divê bi taybet Birêz Ocalan bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bike.”
 
Fîgenê balkişand ser grevên birçîbûnê yên demên berê li girtîgehan hatine jiyîn û wiha pê de çû: “Gelê me ligel rîsk û krîza grevên birçîbûnê dizanin, lehengî û berxwdana mezin a ku di rûpelên dîrokê de vedike jî gelek baş dizane. Niha jî heman zemîn û îrade ketiye dewrê. Divê desthilatdarî vê îradeyê baş bixwîne û pêngavên pêwist bavêje. Leyla ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin û girtina wê bi tu awayî nikare bê qebûlkirin. Ji ber bandora greva birçîbûnê dibe ku nikaribe derkeve rûniştinan jî. Tiştê dikeve ser milê me divê em di esasa daxwaza Leyla Guven û hemû şoreşgeran de bibin seferber û civakê rêxistin bikin. Grevên birçîbûnê di her pêvajoyê de rola xwe lîstine. Divê hemû kes li dora grevên birçîbûnê bibin yek.”