Jinên KESK’ê:Em daxwazên kesên bi Êlegên Zer bi salane tînin ziman

  • 09:17 21 Kanûn 2018
  • Ked/Aborî
AMED - Kedkarên KESK’î diyar kirin ku ew bi salan in li qadan daxwazên Kesên bi Êlegên Zer ên li Fransayê tînin ziman û wiha got: “Daxwazên wan ên me ne jî. Em kedkar heta daxwazên me pêk neyê em ê li qada bin.”
 
Çalakiyên Kesên bi Êlegên Zer ku li Fransayê ewil li dijî şert û mercên aborî û zemê bi bertekan hat destpêkirin piştre veguherî hêrsa li dijî rêveberiya serokomar Emmanuel Macron. Çalakiyên wan veguherî protestoyên herî bi şîdet ên welat. Çalakiyên wan sînorê welat derbas kir û bandor li hemû cîhanê kir. 
 
‘Ez çalakiya wan silav dikim’
 
Sekretera Jinan a MYK’a Egîtîm Senê Derya Yulcu daxuyakirin ku ew çalakiya Kesên bi Êlegên Zer silav dike û piştgiriyê dide wan û wiha got: “Em daxwazên wan tînin ziman. Bedela krîzê ne kedkar ên krîz afirandine wê bidin. Em bi vê dirûşmeyê li gelek bajarî dengê xwe didin bihîstin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî binpêkirina kedê bibin yek. Hewl didin fatura krîzê li kedkaran bibirin. Daxwazên li Fransayê û yên li Tirkiyeyê rewa ne. Em ê heta dawî dengê xwe li qadan bidin bihîstin.”
 
‘Tevî her tiştî wê têkoşîna me bidome’
 
Helîn Karakuş a piştgiriyê dide mîtîngên KESK’ê, destnîşan kir ku welat di krîzek aborî ya cidî de ye û wiha hikûmet rexne kir: “Hikûmet bi bac û zemên ji gel digire hewl dide desthilatdariya xwe bidomîne. Bi salane em li qadan li dijî binpêkirina kedê diqîrin. Lê hikûmet naxwaze bibîhîze. Em kedkar wê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin. Tevî hemû qedexe û zextan wê têkoşîna me bidome.”
 
Dîlay Vural jî balkişand ser çalakiya Kesên bi Êlegên Zer û got çalakiya wan mafdar û rewa ye. Dîlay wiha dawî lê anî: “Binpêkirina kedê pirsgirêka hemû cîhanê ye. Divê piştgirî ji bo hemû çalakiyên kedkaran ên cîhanê bê dayîn. Ji ber vê daxwazên çalakgerên li Fransayê daxwazên me ne. Em ê heta dawî daxwazên xwe bînin ziman.”