Hewl didin barê xizanî û krîzê li jinan bar bikin

  • 09:11 17 Kanûn 2018
  • Ked/Aborî
DÊRSÎM - Endama MYK’a KESK’ê Elîf Çuhadar diyar kir ku herî zêde jin ji krîza aborî bi bandor dibin û wiha got: “Hewl didin barê krîz û xizaniyê li jinan bar bikin. Em ne hêza pêvek a sermayê ne. Em ê nebin parçeyek ji vê şîdetê. Em ê têkoşîna mafê wekhev heta dawî bimeşînin.
 
Endama Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemawerî (KESK) Elîf Çuhadar diyar kir ku mirov ji paçeyek mezin li vê krîzê binêrin û daxuyakirin ku barê herî mezin ê vê krîzê jin dikşînin.
 
Elîfê di berdewamiyê de wiha got: “Kapîtalîzm ji bo xwe dubare bike ev krîz derketiye. Pirsgirêkên di qada xebatê zêde dibin. Pereyê tê dayîn li gorî patronan diguhere. Ev jî xebatek bêewle derdixe holê û jin jî bi tirsa ku betal nemîne xwe ji têkoşînê dide alî. Ev jî pêşî li mezinbûna têkoşînê digire. Li welat polîtîkayên muhafazakariyê û pêkanînên dijdemokratîk her diçin zêde dibin. Ligel vê mafên jinan ên hatine bidestxistin jî şûnde diçin. Barê herî giran yê krîzê jin hildigirin. Divê em têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
‘Hewl didin barê krîzê li ser jinan bar bikin’
 
Elîfê her wiha destnîşan kir ku krîza aborî herî zêde bandorê li ser jinan dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev krîz di heman demê de wek şîdetek sîstematîk li jinê vedigere. Barê xizanî û krîzê jî li jinan tê barkirin. Jinan hem ji qada xebatê dûr dixin û hem jî dikin xizaniyê. Em bedela krîza ku hinekan kiriye meriyetê nakşînin. Ji ber vê divê ew bifikirin ku vê krîzê çawa çareser bikin.”
 
Elîfê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew li dijî şîdeta aborî û fîzîkî ne û got ew ê heta dawî têkoşîna mafê wekhev bimeşînin.