Kesên ku di qezaya Îzmîrê de birîndar bûn jê 8 zarok in

  • 11:38 15 Cotmeh 2018
  • Ked/Aborî
ÎZMÎR - Li ser rêya Balafirgeha Îzmîrê wesayeta ku penaber tê de bûn qelibî û qeza pêk hat. Di encama qezayê de 22 kesî jiayana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku ji 13 kesên ku birîndar bûn 8 jê zarok in.
 
Do serê sibehê li ser rêya Balafirgeha Îzmîrê ya bi navê Adnan Menderes wesayeta ku penaber tê de bûn qelibî û qeza pêk hat. Di encama qezayê de 22 kesî jiayana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku ji 13 kesên ku birîndar bûn 8 jê zarok in. Cenazeyê 18 kesên ku jiyana xwe ji dest dan rakirin Saziya Tipa Edlî. 11 kesên birîndar bûn jê 8 zarok birin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Nehê Îlonê. Tedawiya 13 kesên ku rakirin nexweşxaneyê didome. 
 
HDP'ê qurnefîl danîn cihê ku qeza pêk hat
 
Rêxistina Bajêr a Îzmîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî qezayê çû cihê bûyerê ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane qurnefîl danîn. Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Îzmîrê Semra Uzunok li cihê bûyerê axivî û got:"Mixabin şer tenê li eniyan dewam nake. Gelek kes ji ber şer direvin û dixwazin li ser Îzmîrê ji xwe re jiyanek nû ava bikin. Heger em ji bo şer tênekoşin em ê pirsgirêka penaberan jî nikaribin çareser bikin. Tiştên ku li vir hat jiyîn komkujî ye. Kesên ku aştiyê dixwazin divê hîn hestiyar tev bigerin."