'Divê jin her çalak bin'

  • 09:01 14 Cotmeh 2018
  • Ked/Aborî
Rûken Goman  
 
DÊRIK - Jina bi navê Fatima Omer a ku li çanda resen xwedî derdikeve û debara xwe bi keda destên xwe dike got:"Jin jî dikare debara xwe  bi destên  xwe bike. Em jinên kedkar in û em fêrî rawestandinê nebûne. Ji ber ku  karê bi destên jinan tê kirin pîroz e û ne şerm e divê jin her çalak bin."
 
Di roja me ya îro de bi bandora çanda kapîtalîzmê  gelek mirov dûrî rastiya xwe ketine. Bi taybet jî di milê cil û bergan de. Lê  hin mirov niha jî li çanda xwe ya kevnar xwedî derdikevin û çanda kevnar û çêkirina hiriya destan zindî dikin. Jİna bi navê Fatima Omer a 45 salî li ba berxwedana xwe li kevneşopiya xwe jî xwedî derdikeve. 
 
Berhemên destên  jinê pîroz in! 
 
Dayika Fatima wiha qala despêkirina  karê xwe dike:"Min pisporiya vî karî  ji dayika xwe girtiye. Dema ku ez piçûk bûm  her tim xwesteka min hebû ku ez fêr bibim. Ez bi vî karî mezin bûm û pê ve  hatim girêdan. Rastî dema ku mirov karên wiha dike pir xweş e. Bi taybet ji despêkê de tim jin xebatê dike û xwedî derketina li dîrokê û çandê zindî dike.  Ev kar pir girîng e. Ji bo ku em çanda xwe ji bîr nekin. Him jî ji bo  ku em bi xwe jin debara xwe bikin û destên xwe li himber tu kesî venekin." 
 
Tim jin  çandê zindî dike!  
 
Di berdewamiya axaftinên xwe de dayika Fatima bal kişand  ser demên berê dema ev xebat dikir û wiha domand: "Dema ku me tiştên li ser destan çê dikirin piraniya xwe zivistanê me dest pê dikir. Ji ber ku tiştên em çê dikin hemû ji bo zivistanê ne. Di dema berê de tiştên ewqas pêşketî nebûn, jinên koçer ji hiriya sewalan tayê teşiya xwe ba didan û li ber çira fanûsan ev kar dikirin. Lê niha gelek amûrên çêkirina van tiştan zû peyda nabin. Em jî mecbûr man ku bi pêşketinê re bimeşin. Lê ev nayê wateya ku em çanda xwe ji bîr bikin. Ji ber ku tiştên ku em çê dikin hemû yên çanda me ya kurdîn e. jin xwedîderketina li çandê zindî dike. Ez lûfik û papîkan çê dikim û debara xwe pê dikim. Heta ji min bê ez ê bixebitim û destên xwe li ber tu kesî venekim."  
 
'Jinên kedkar fêrî rawestandinê nebûne tim berheman pêşkêş dikin'
 
Fatimayê da zanîn ku heya jê tê ew ê dijî xebata xwe berdewam bike û wiha pê de çû:"Ez naxwazim ku dûrî çêkirina karên destan bikevim. Heya hêza min hebe ez ê çê bikim. Jin jî dikare debara xwe bi destên xwe bike. Kar ne şerm e. Em fêrî rawestandinê nebûne û heya em bijîn em ê xebatê bikin."