'Aloziya aboriyê her ku diçe kûrtir dibe'

  • 09:05 10 Cotmeh 2018
  • Ked/Aborî
WAN - Li Tirkiyeyê li gel bihakirin û zemkirinan gel nikare ji sûkê danûstandinê bikin. Jinên ku di bazarê de danûstandinê dikin bertek nîşanî zemkirina fêkî û zebzeyan dan.  
 
Li Tirkiyeyê ji ber polîtikayên şaş  krîza aborî her roj ber bi rewşeke awarte ve diçe. Welatiyên ku êdî nikarin li sûkê danûstandinê bikin li hemberî aloziya aborî bi bertek in.  
 
'Em nikarin ji sûkê danûstandinê bikin'
 
Ji jinan Nursel Kahraman anî ziman ku ji ber aloziya aborî ew êdî nikarin ji sûkê danûstandinê bikin û wiha axivi;" Berê de min hezar TL'yan ji bo pêjgeha xwe danûstandin dikir, lê em niha nikarin ji bo pêjgehê danûstandinê bikin. Zam li sebze û fêkiyan hatine kirin. Kîloya firingî bûye 10 TL'yan. Êdî gava ku em danûstandinê dikîn em ji her zebzeyekî yekî dikirin. Ji ber ku zebze û fêkî her roj buha dibe  em nikarin ji pêjgehên xwe re danûstandinê bikin. Em bi awayekî  neyînî bi bandor kir."
 
'Divê êdî dev ji  polîtikayên xapandinê  berdin'
 
Meryem Duztaş jî destnîşanî krîza aborî kir û got ku bihakirina xwarinan gel ber bi birçîbûnê ve dibe û wiha domand:" Rewşa gel ne baş e. Krîza aborî herî zêde bandora xwe li ser bazirganên xîzan dike. Em heya êvaran dixebitin, lê kar tune ye. Ji ber vê rewşê ez ê kargeha xwe bigirim. Em nikarin ji mala xwe re tiştekî bikirin. Îsal gel nikare bê bazaran danûstandinê bike. Em nikarin debara xwe bikin. Bila bes êdî gel neçar bihêlin. Ez ditirsim ku rewş bê wê astê ku mirov ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest bidin. Serrokwezîr dibêje krîz tune ye, çawa tune ye gel pêrîşan e. Divê êdî dev ji  polîtikayên xapandinê  berdin. "
 
'Ji ber ku her tişt buha bûye  em zarokên xwe bê xwarin dişînîn dibistanê'
 
Sosin Kaya da zanîn ku ji ber ku her tişt buha bûye ew nikarin danûstandinê bikin û got ku divê ji zemkirinê zêdetir rêbazên çareseriyê bên avakirin û wiha berdewam kir;"Ji ber ku her tişt buha bûye  em zarokên xwe bê xwarin dişînin dibistanê. Ji zemkirin û bihakirinê  zêdetir rayedarên dewletê rêbazên çareseriyê ava divê bikin. "
 
'Em 100 TL'yan tên bazarê û 2 poşetên danûstandinê dikirin'
 
Sidika Saruhan diyar kir ku aloziya aborî bi her awayî wan bi bandor dike û wiha pê de çû;" Kar tune ye û her roj zemê li hemû tiştan dikin. Her tişt buha ye tu tişt nayê kirîn. Em 100 TL'yan tên bazarê û 2 poşetên danûstandinê dikirin. Ji xwe gel xîzan e ji ber vê rewşa awarte gel nêçartir dibe. Em nedikarin goşt bikirin, ne jî em dikarin zebze bikirin. Bihabûna zebze û goşt pêjgehên me zêde bandor kir." 
 
'Ew pereyên ku ez firotina girsikan qezenc dikim, ez nikarim pê poşetek danûstandinê bikim'
 
Xalîde Demîr jî daxuyand  ku ew her serê sibehê dest kar dike heya êvaran  kar nake û wiha berdewam kir;" Ez her serê sibehê dest bi kar dikim û heya êvaran dixebitim. Lê mixabin dest vala diçim malê. Ez li vir bi girsik firotinê debara xwe dikim. Lê ew pereyên ku ez ji firotina girsikan qezenc dikim, ez nikarim pê poşetek danûstandinê bikim. Her bihakirin û zemkirin me xîzantir dikin.  Aloziya aboriyê her ku diçe kûrtir dibe."