Li dijî qirkirina kulîlkan alternatîf: Kevirên bi bîhn

  • 09:06 30 Nîsan 2018
  • Ked/Aborî
Gulîstan Azak
 
MELETÎ - Işil Çatak a li dijî tunekirina kulîlkan alternatîf ava kir, diyar dike ku li şûna kulîlkên ji baskên wan tên girtin, bila kevirên bi bîhn bigirin.
 
Işil Çatak a 42 salî ya li navçeya Yeşîlyurt a Meletiyê dijî ji bo xweza zirarê nebîne, neyê talankirin alternatîfê ava dike. Işilê diyar kir ku xweza ji aliyê mirovan ve zirarek mezin dibîne û got bi taybet di rojên taybet de kulîlk tên qetilkirin. Işilê bang li hemû kesî kir ku hilberînên kevirên bi bîhn bigirin.
 
‘Madeya bi zirar tuneye’
 
Işilê destnîşan kir ku madeyên esas yê kevirê bi bîhn, bi toza mermer tê çêkirin û her wiha rengên rengîn û bîhn jî tevlî dibe û got: “Hilberînên ji kevirê bi bîhn tên çêkirin tu zirara wan tuneye. Tu madeyê bi zirar tê de tuneye. Ev bi armanca hestiyariya li dijî qirkirina xwezayê tên çêkirin.” 
 
‘Her jin dikare çê bike’
 
Işilê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku kevirên bi bîhn  bi pereyekî kêmtir tên dîtin û got her jin dikarin bi awayên cuda qezenca xwe bidest bixin û got her jin dikare bi van keviran hilberînê çê bikin.